Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin 2021-06-09 16:40:56 RIHA - Hevserokê Giştî yê Haber-Sen’ê Mesût Balcan ê seredana Malbata Şenyaşar kir, diyar kir dozger her tiştê ku pêk hatiye dizanin lê ji ber zextên desthilatê nikarin tu gavan bavêjin.  Nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 93’emîn de didome. Hevserokê Giştî yê Haber-Sen’ê Mesût Balcan, Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Dîlokê û rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Mêrdînê ji bo piştevaniyê seredana malbatê kirin.    Hevserokê Giştî yê Haber-Sen’ê Mesût Balcan ê di seredanê de axivî, diyar kir ku li cem têkoşîna edaletê ya malbatê ne û wiha got: “Ji Colemêrgê heta Edîrneyê herkes ji Malbata Şenyaşar agahdar e û dizanin têkoşîna ku bi rê ve dibin ji bo herkesê ye. Tişta li wan hatiye kirin li civakê hatiye kirin. Em dizanin ka ev êrîş ji bo çi hatin kirin. Kesên ku ev zilme kirin hêj parlementer in. Desthilat van kesan diparêze. Dayik di bin axê de li edaletê digere. Dozger jî dizanin ku neheqî hatiye kirin lê ji ber zextên siyasî nikarin gavan biavêjin. Em ê heta dawiyê li cem malbatê bin.”   TIŞTA HAT KIRIN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE   Ferît Şenyaşar jî di seredanê de bal kişand ser ambûlansa ku li nexweşxaneyê êrîş lê hat kirin û wiha axivî: “Ev ambûlans wisa lê kirine. Heke hûn me ji mirovan nahesibînin qet nebe ji bo ambûlansê doza cemaweriyê vekin. Lê nikarin vê jî bikin. Di şer de jî kes destê xwe nade nexweşxaneyan. Tişta li dijî me hat kirin sûcê mirovahiyê ye.”   Rêxistinên HDP’ê yên Kerboran, Mîdyad, Mehsert, Mêrdîn û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê jî seredana malbatê kirin. Dayika Emîne Şenyaşar bi lorandinê serpêhatiya xwe vegot. Li ser navê şandeyê Hevserokê HDP’ê yê Mehsertê Metîn Kaya axivî û diyar kir ku wê di têkoşîna edaletê de li rex malbatê bin. Şandeyê demekê bi malbatê re nobet girt.