Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin 2021-06-10 00:40:23   AMED – Agirê bi bejahiya gundê Prejman ê Pîranê ketiye, 9 roj in didome. Hat diyarkirin ku esker nahêlin kes mudaxileyî şewatê bike.    Li bejahiya gundê Prejman ê navçeya Pîran a Amedê, di 1'ê Hezîranê de operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Piştî operasyonê agir bi bejahiyê ketibû û bêyî bê tefandin 9 roj in didome. Li gor agahiyên ku çavkaniyên herêmî ragihandin, quntarên Çiyayê Gorseyê îro danê nîvro heya êvarê hatiye bombebarankirin.    Hat diyarkirin ku ji ber ba her diçe agir berbelav dibe û gur dibe û esker nahêlin îtfaiye agir bitefîne.    Di wêneyên ku çavkaniyên herêmî ji ajansa me re şandin de, tê dîtin ku bê Çiyayê Gorseyê çawa dişewite.