Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin 2021-06-10 11:33:36   AMED – Li Farqînê hejmara kesên ku dawî li jiyana xwe tînin zêde dibin. Rojnameger Ferhat Parlak, ji bo întiharan hincetên mîna bikaranîna hişbirê, bêkarî û xizaniyê rêz kir û got ku polîtîkayeke bi zanebûn di dewrê de ye û derdê welatiyan nayê pirsîn.    Li navçeya Farqînê ya Amedê, di demên dawîn de mirov dawî li jiyana xwe tînin û tundiya li ser jinê zêde dibe. Lî gorî daneyên vekirî, li navçeyê di nav salekê de 20 kesan dawî li jiyana xwe aniye. Piraniya kesên ku dawî li jiyana xwe anîne temenê wan di navbera 16-28 salan de ne. Pispor, ji bo bûyerên întiharê weke sedem, qrîza aborî, şerê ji ber Pisrgirêka Kurd û xizaniyê nîşan didin û destnîşan dikin ku ji bo tiştên di nav salekê de li Farqînê pêk tên xebateke taybet bê kirin.    BÊKARÎ   Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, di 29-30’ê mijdara 2019’an de daneyên derbarê rewşa xebitandinê yên li navçeyê parve kir. Li gorî van daneyan, li navçeyê rêjeya kesên ku karekî wan ê biheqdest tune ye ji sedî 68,4 e. Ev rêje gelek di ser rêjeya giştî ya Tirkiyeyê de ye.    3 XWIŞK Û BIRA   Herî dawî di 5’ê hezîranê de li gundê Fêra yê navçeyê Mûhammed Ş. (26) û xwişka wî Rengîn Ş. (22) li mala xwe dawî li jiyana xwe anîn. Xwişka wan Mizgîn Ş. jî beriya wan bi 16 rojan dawî li jiyana xwe anîbû.      ‘TU PIRSGIRÊKEKE WAN TUNEBÛ’   Malbat, derbarê bûyerê de nexwest agahî bide û ji bo sedeman jî ev tişt got: “Tu pirsgirêkeke wan tunebû.”   NAXWAZIN BIAXIVIN   Nêrîna giştî ya derbarê van bûyeran de ew e ku herkes xizaniyê sedem nîşan dide. Dîsa bi vê ve girêdayî di rêjeyên bi karanîna hişbirê de zêdebûnek heye. Tê gotin ku hişbir jî dibe sedema întiharan. Li navçeyê bi giştî nayê xwestin ku derbarê bûyeran de bê axaftin.    ‘SEDEM ABORÎ YE’   Li gorî Ferhat Parlak ku ji sala 2004’an ve li navçeyê rojnamegerî dike, di dîrokê de cara yekemîn e li Farqînê ewqas întihar pêk tên. Parlak, destnîşan kir ku li navçeyê rêjeya bêkariyê ji sedî 80’ê ye û wiha got: “Li navçeyê bikaranîna hişbirê jî zêde dibe. Ev weke polîtîkayeke tê berdewamkirin. Ji bo ciwan bi siyasetê re mijûl nebin tê xwestin ku ciwan hişbirê bi kar bînin, qumarê bilîzin, selefxuriyê bikin. Ciwan kar nabînin. Heke bibî endamê AKP’ê û li avahiya wan xwelîdankan birijînî û paqijiyê bikî belim ji bo 6-9 mehan li Îşkûrê karekî bibînî. AKP li Farqînê ji sedî 5 deng digire. Tenê ji sedî 5’ê Farqînê ji derfetên dewletê sûd werdigire ji sedî 95 re jî xizmet nayê kirin.”   ‘MIROV PÊŞEROJA XWE NABÎNIN’   Parlak, da zanîn ku li navçeyê bikaranîn hişbirê, leyîstina qumarê û vexwarina alqolê zêde dibe û ji ber vê aloziyeke civakî heye û mirov pêşeroja xwe nabînin û ev tişt gotin: “Em bi pirsgirêkeke civakî-aborî û siyasî re rû bi rû ne. Ji berk u pirsgirêkeke cemaweriye mirov nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo bûyerên întiharê ku zêde dibin tu xebat nayê kirin. Bûyerên ku pêk tên dikarin bên astengkirin. Farqîn terkî qedere xwe hatiye kirin û tu kes lê xwedî dernakeve.”   ‘EM Ê LI ÇAREYA SERÊ XWE BINÊRIN’   Di berdewamê de Parlak, bi lêv kir ku AKP û dewletê naxwazin rewşa heyî ya li Farqînê bê dîtin û wiha got: “Gelê kurd dikare li xwe xwedî derkeve. Di nav salekê de 20 mirovên me dawî li jiyana xwe anîne û tu deng ji rayedaran nayê. Wê demê em ê li çareya serê xwe binerin. Divê destpêkê em raporek amade bikin. Civakê bi rêxistin bikin, di hêla sinc û polîtîkayê de perwerdeyê bidin û pêşî li întiharan bigirin. Divê em ji ciwanan fêm bikin. Lê divê em li hev xwedî derkevin û hev perwerde bikin.”   MA / Cahît Ozbek