Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû 2021-06-10 15:00:17 STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Gladyoya Taybet li Dolmahçeyê bi hevdîtina di navbera Erdogan û Buyukanit de hatiye avakirin û di Pirsgirêka Kurd de bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bûye.    11’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku li navçeya Avcilarê ya Stenbolê tê lidarxistin, bi axaftinan didome. Piştî axaftina hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay axivî. Atay, diyar kir ku ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê êrişên herî dijwar ên kapîtalîzmê pêk tên û wiha got: “Li Tirkiyeyê gel jî para xwe ji van êrişan digirin. Li dijî hemû êrişan fikra HDK’ê hêza yekgirtinê ye. Bingeha hevpar û yekgirtin şerê li dijî faşîzmê bihêztir dike.”   Piştî Bariş Atay, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar mafê axaftinê girt û derbarê mijarên di rojevê de axaftineke dirêj kir. Di axaftina Sancar de sernavên ku derketin pêş wiha ne:   DIVÊ TIŞTÊN DIQEWIMIN RAST BÊN BINAVKIRIN   “Bi gelek wesîleyan em dibêjin; em ber bi fînaleke ku dikare dawî li şerê topyekûn ê di sala 2015’an de dest pê kir ve diçin. Ya em ê tev bi hevre vê pergalê bidine sekinandin an jî wê amûra şer xwe nû bike bi rêbazên cuda hebûna xwe bidomîne. Rewşa ku bi îttîrafên Sedat Peker derketiye holê divê mirov rast bi nav bike. Heke em bixwazin ku vê fînalê baş, bihêz û bibandor derbas bikin divê em tiştên ku diqewimin rast bi nav bikin. Ev rewşa îttîrafa têkçûn û helandina konsepta şerê topyekûn ê sala 2015'an dest pê kire. Konsepta 2015’an piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê tifaqa nû ya dewletê ya şerê topyekûn e.    AKP- 7’Ê HEZÎRANÊ JI BÎR NEKIRIYE   Em tecrîdê weke encama polîtîkayên şerê topyekûn dibînin. Tecrîd bi polîtîkayên şerê topyekûn re xwedî heman wateyê ye. Tişta ku piştî vê dîrokê dest pê kir neçareserkirina Pirsgirêka Kurd, înkar, îmha û polîtîkayên şer in. Ji wê rojê ve tecrîd kûrtir dibe û didome. Li ser neyartiya gelê kurd, ji bo ku hemû daxwazên demokratîk, lêgerîna azadiyê, hêviya jiyana nû û hesreta aştiyê tepisînin, serî li her rêbazî didin.  AKP’ê tu carî êşa 7’ê Hezîranê ji bîr nekir. Lewre Serokê Giştî yê AKP’ê duh vê bi awayekî vekirî anî ziman.    ÇARESERÎ AŞTÎ Û DEMOKRASÎ YE   Bêyî ku be dirêjkirin di Pirsgirêka Kurd de çareserî vekirina rêyên demokratîk, müzakere û diyalog e. Çareserî aştî û demokrasî ye. Bila şaş neyê fêmkirin em bang li desthilatê nakin. Em ê têkoşîna demokrasî, çareserî û aştiyê bikin daxwazeke civakî. Yanî êdî em ê diyalog, aştî û müzakereye ji civakê bidin destpêkirin. Divê em zanibin ku ji bilî ne pêkane ku em vê pergala riziyayî biguherînin. Tişta em niha dibînin Gladyoya ku koka wê diçe salên berê bi bîra me dixe. Gladyo rêxistineke xweser e. Di vê dewletê de timik gladyoyeke xweser hebû. Ji sala 2007’an ve bi wê hevdîtina bi nav û deng a li Dolmabahçeye gladyoya nû ket dewrê. Bi hevdîtina di navbera Yaşar Buyukanit û Recep Tayyîp Erdogan de dest pê kir. Em dizanin ku serê Gladyoya Taybet ev dem e.   HDK GIRÎNGIYEKE JIYANÎ YE   HDK girîngiyeke jiyanî ye. 10 beriya niha ji bo bibe erdê rêbazên têkoşînên nû hat avakirin. Yek ji darên ku li ser vê axê şîn dibe HDP ye. Em dizanin ku xaka ku HDP’ê li şîn dibe HDK ye. Koka me HDK ye. Heke HDK têra xwe neyê mezinkirin dê HDP jî biçûk bibe. Ji ber vê divê ji bo hebûna HDP’ê erd, fikir, hedef û armancên HDK’ê bên nîqaşkirin û ji bo kongreyeke bê lidarxistin. Dîsa doza girtina HDP’ê anîn rojevê. Divê em bi hev re HDP’ê biparêzin. HDP gel e. HDP dikare bi gel hebûna xwe bidomîne. Ji bilî gel tiştekî ku hebûna me bidomîne tuneye. Em li welat nûnertiya hêviyê dikin.    BERPIRSYARIYA ME HEYE   Em spasî, hezkirin û rêzgirtina xwe pêşkêşî herkesê ku têkoşînê heta van rojan anîne dikin. Em deyndarê wan in. Deynê me ji tevahiya gelan re heye. Ji bo pêşeroja vê civakê berpirsyariya me heye. Em avdaniya HDK’ê ya erdê berhemder bidomînin. Rêveberiya HDK’ê ya niha di şertên gelek zor de fikriyata HDK’ê parast û bi pêş ve bir. Li ser navê partiya xwe spasiya hemû rêhevalên ku di rêveberiyê de cih digirin dikim. Hun her hebin. Berpirsyarî dikeve ser milê hevalên nû ku peywir bigirin. Ji van hevalan re jî em serkeftinê dixwazin. Rêya me hemûyan vekirî be. Em ê teqez qezenc bikin. Ji bêhêviyê re cih tune ye. Heta ku têkoşîn û berxwedan hebe wê hêvî mezin bibe. Wê rêya me hê zêdetir vebibe. Em ê teqez qezenç bikin.