Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî 2021-06-10 15:46:29   STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî yên beşdarî 11’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya HDK’ê bûn, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna yekgirtî û wiha gotin: “Azadiya gelê kurd, azadiya gelên Tirkiyeyê ye.”   11’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Konreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Eywana Mîra Palas a li navçeya Avcilarê ya Stenbolê didome. Di kongreyê de peyama ku Hevberdevka berê ya HDK’ê Sebahat Tûncel ji Girtîgeha Kandirayê şand hat xwendin. Tuncel, bal kişand ser qeyrana pergalê û wiha got: “Êdî dema guhertina pegalê hatiye. Divê em ji polîtîkayên faşîzm, tecrîd, şer û pergala mafyayê re bêjin bisekine û ji bo jiyana azadîxwaz a jinan em bên bahev. Bilindkirina têkoşînê berpirsyartiyeke mezin e. HDK yekane hez e ku jiyana azad ava bike.”   ‘ALTERNATÎFA PERGALÊ KONGRE NE’   Pişt re Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Vê desthilatê û hevkarên wan beriya 6 salan biryarek dan. Ev biryar li ser tasfiyekirina gelê kurd û tevgera azadiyê bû. Ji avakirina HDK’ê 6 sal şunde me dît ku alternatîfa vê pergalê kongre ne. Em kongreyan çiqas bi hêz bikin em dikarin ewqas bi serkevin. Divê li Tirkiyeyê gelên demokratîk jî li dor kongreyê werin bahev û xwe bi rêxistin bikin.”   ‘TÊKOŞÎNA ME WÊ MIL BI MIL BIDOME’   Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku ji aliyê gelan û bindestan ve ji têkoşînê zêdetir tu çare nînin û wiha got: “Em vê pergalê ne hilweşînin wê bi lingên xwe dîsa xwe bi hêz bike. Têkoşîna me wê bi HDK’ê re mil bi mil bidome.”   MECLÎSÊN GEL   Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû jî destnîşan kir ku tenê tişta di destê desthilatê de maye tundî ye û wiha axivî: “Yên ku jiyana nû ava bikin em in . Meclîs, konferans û civînên me yên pirsgirêkên gel dijîn dikin rojeva bingehîn çareseriyê jî pêşkeşî me dikin. Dîroka me ya siyasî hêzê dide me.”   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger  Elîf Torûn Oneren jî da zanîn ku şerên parvekirinê yên di nava desthilatê de qeyrana heyî aşkera dike û wiha got: “Em mecbûr in li dijî têkiliyên mafya û dewletê têkoşîna xwe ya yekgirtî bi kar bînin.”   DESTPÊKA PÊNGAVÊ   Pişt re peyama Hevberdevkê HDK’ê yê berê Ertûgrûl Kurkçu hat xwendin. Kurkçu, anî ziman ku wê HDK li dijî faşîzm û dîktatoriyê ji bo berxwedana civakî û çandî rêxistinkirinê seferber bike û wiha axivî: “Hêvî dikim ku ev Lijneya Giştî heqê paradîgmayê bide û bibe destpêka pêngaveke fikreke nû.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN’   Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî wiha got: “Her carê ji me re dibêjin hûn çima behsa Rojhilata Navîn dikin. Ji ber ku şerê cîhanê yê sêyemîn li vê derê pêk tê. Bi taybetî jî li erdnîgariya Kurdistanê pêk tê. Li dijî vê dagirkirinê gelê kurd bi gelên din re têkoşîneke xedar dan û hêj jî didin. Kurd sed sal in li Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşîna xwe didomînin. Ligel vê dixwazin Kurdistan û Tirkiyeyê azad bikin. Rastiyeke din jî azadiya gelê kurd, azadiya gelên Tirkiyeyê ye. Em ê vê têkoşînê bi hêzên şoreş û demokrasiyê re mezintir bikin.”   ‘EM Ê BIBIN YEK Û HILWEŞÎNIN’   Endam Lijneya Rêveber a Navendî ya ESP’ê Çîçek Otlû jî diyar kir ku dewlet bûye mafya û wiha axivî: “Li her qadê her kes li ber xwe dide. Em ê bibin yek û hilweşînin em ê vê nîşan bidin.”   AVAKIRINA JIYANA NÛ   Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî da zanîn ku kapîtalîzm têkçûyê divê li dijî vê rewşê jiyana nû ava bikin û wiha got: “Ev desthilat hêj li ser piya be ne ji serkeftinê ye ji zordariyê ye. Divê em van qirêjiyan bi hev re paqij bikin. Pergala faşist li dijî me bûye yek, divê em jî li dijî wan bibin yek.”   Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilatêbaşûr û Rojhilat (DGDF) Abdulhakîm Daş û ji Hewldana 78’an Remzî Kozakçi û Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Bulent Felekoglû jî axiftinên kurt kirin.    Pişt re Lijneya Giştî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.