Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome 2021-06-10 15:47:41   ŞIRNEX – Şewata ku duh li Çiyayê Cûdî dest pê kir vemirî lê birîna daran lê didome.    Li Şirnexê, duh di encama gulebarankirina leşkeran de li herêma Deriyê Cebraîl a Çiyayê Cûdî şewat derketibû. Şewata ku leşkeran nehiştin kes vemirîne îro bixwe vemirî.   Hat hînbûn ku cerdevanên ku ji navçeya Qileban û bajaroka Sêgirkê anîne herêmê birîna daran didomînin.