Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû 2021-06-10 16:47:06   QERS – Li Qersê, danıişîna doza ku Hevserokê HDP’ê Cengîz Anli û gelek siyasetmedar jê tên darizandin taloq bû.    Di 8’ê cotmeha 2020’an de li Qersê li dijî HDP’iyan operasyoneke binçavkirinê hatibû lidarxistin û Hevserokê HDP’ê yê Bajar Cengîz Anli, rêveberên HDP’a Bajar Îzzet Altig, Mûstafa Yardimciel, Reîs Baykiz, Kaya Nakî hatibûn binçavkirin. Di 6’ê nîsanê de jî hatibûn berdan.  4’emîn danişîna doza her pênc siaysetmedaran li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Qersê hat dîtin. Siyasetmedar û parêzerên wan li danişînê amade bûn. Bi hinceta ku ewraqên siyasemedaran nehatine temamkirin danişîna wan taloqî 18’ê mijdarê bû.