Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû 2021-06-10 16:57:24   STENBOL - Kirariyên îfadeyên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û 4 kesên di heman lêpirsînê di binçavan de ne temam bûn.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8’ê hezîranê de bi ser mala Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî kirin de girtibûn û ew binçav kiribûn. Kirariyên îfadeyan ên Zehra Guçen, Dilşa Kocakaya, Gazal Dîlek û Tulay Demîr ên bi Avci re hatibûn binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê temam bûn.    Parêzerê Avci, Umît Avci anî ziman ku Avci di çarçoveya lêpirsîneke sala 2016’an de nû binçav dikin û diyar kir ku wê Avci û kesên pê re sibê sewqî adliyeyê bên kirin.