Şewata li Pîranê didome 2021-06-10 16:57:46   AMED – Şewata ku 10 roj berê li navçeya Pîranê ji aliyê leşkeran ve hat derxistin cih cih didome.     Şewata ku 10 roj berê leşkeran piştî operasyona leşkerî li pêşa Çiyayê Gorse yê gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê ya Amedê derxistin, didome. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin; şewata ku duh êvarê gur bûye îro dane sibehê bixwe vemiriye. Hat ragihandin şewat li cih cihan didome. Hat diyarkirin ku şewatê li devereke mezin dar nehiştine.    Li aliyê din hat ragihandin ku şewata ji Pîranê derbasî gundên Nerbiş û Wişkala yên navçeya Miyaran a Xarpêtê bûye jî hê didome.