Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike 2021-06-10 17:22:10 ANTALYA - Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay bertek nîşanî gotinên Erdogan ên “Çi ye, gel birçî ye. Kesên ku birçî digerin kerem bikin hûn wan têr bikin” dan û wiha got: “Henekên xwe bi êşên gel dikin. Pirsgirêk her ku diçe kûr dibin û ji çareseriyê dûr dikevin.” Komîsyona Aboriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê îro “Hevdîtinên Kar û Nan” ên ku beriya 3 rojan li Antalyayê dabû destpêkirin bi dawî bike. Şandeya HDP’ê sê rojan li bajêr bi esnaf, karker, kedkar, karsaz, cotkar, sendika û rêxistinên pîşeyî re hat bahev. Di hevdîtinan de pirsgirêk hatin guhdarkirin û li ser çareseriyê dan û standina fikran hat kirin. Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay ku di şandeya HDP'ê de cih digire, gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên “Henekên xwe bi êşên gel dikin. Pirsgirêk her ku diçe kûr dibin û ji çareseriyê dûr dikevin” ku duh di komcivîna partiya xwe de gotibûn ji ajansa me re nirxand.      Kemalbay, diyar kir ku dema bernameya xwe ya Antalyayê de bi gelek beşan re hatin cem hev û wiha got: “Me dît ku qeyrana aborî bandor li hemû beşên civakî kiriye. Bi pandemiyê re qeyrana aborî û bêkarî kûrtir bûye.”   'JI QESRÊ DERNAKEVE'   Kemalbay, gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan nirxand û wiha got: “Ji qesrê tiştên ku gel dijî nayê dîtin ku van gotinan dibêjin. Em dizanin ku girîngiyê nadin êşên gel. Ji bo wan tişta girîng ewe ku çeteyên wan dewlenmend bibin.  Gel birçî be an bêkar be ji wan re ne gelek girîng e. Ji ber vê yekê henekên xwe bi êşên gel dikin. Pirsgirêk her ku diçe kûr dibin û ji çareseriyê dûr dikevin. Gel ewlehiyê dixwaze. Ji qesrê derkevin nava gel bigerin hûn ê her tiştî bibînin. Lê dîtina we têr dike? Na. Weke HDP hewldana me ew e ku jiyana hevpar, adil û bi ewle ava bikin. Ji ber wê em li vir in. Ji ber wê em dixebitin. Em ê têbikoşin. Em ê bibin dengê herkesî.”