96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin 2021-06-10 20:20:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 96 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 96 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 48 hezar û 524 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 313 hezar û 98.