Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê 2021-06-10 21:46:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên taybet ên PDK'ê ku daxilî nnav operasyona derveyî sînor a TSK'ê bûne, êrîş birin ser noqteyên HPG'ê.    Yekîneyên Zerevawaî û Gulanê yên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî ku daxilî nav operasyona derveyî sînor a Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bûne, bi wesayîtên zirxî êrîş birin ser noqteyên HPG'ê. Yekîneyên taybet ên PDK'ê di dema êrîşê de dîmen girtin. Dîmenên wan, li ser medyaya civakî bûn cihê bertekên mezin. Di dîmenan de tê dîtin ku tîqetîqa wan e û pêşmergeyek dibêje "Hey min dilê we xwarî."    Duh jî hêzên taybet ên PDK'ê li Girê Çarçelayê ji bo HPG'iyan gotibûn "terorîst" û "decal" û li ser medyaya civakî gelek kesan bertek nîşanî wan dabû.