Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator 2021-06-10 23:04:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Belçîkayê ciwanekî êrîşî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî kir û jê re got "dîktator". Ciwan, ji ber ku Barzanî yekîneyên xwe yên taybet daxilî nav operasyona derveyî sînor kiriye, êrîşî wî kir.      Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî, duh ji bo hin serdanên fermî çû paytexta Belçîkayê Brukselê. Li vir ciwanekî êrîşî wî kir. Ji ber ku Barzanî yekîneyên xwe yên taybet daxilî nav operasyona derveyî sînor a Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) kiriye, ciwan êrîşî wî kir û dema êrîşî wî kir jê re got "dîktator". Polîsan ciwan binçav kirin û gava wî birin xistin hundirê wesayîtê jî ciwan bi denegekî bilind got, "dîktator" û nerazîbûna xwe domand.