ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-11 09:00:11 * Nivîskar Bahadîn Robar ku Antolojiya Dengbêjên Botanê amade kir, anî ziman ku divê dengbêjiya ku hîmê sereke yê çand û wêjeya kurdî ye, bigihê nifşên nû.  * Rihayiyên ku ji ber kêmbûna avê dev ji erdê xwe berdane û erdine din ji xwe re îcare kirine, ji ber zêdebûna mesrefan, qutkirina ceryanê û bihabûna avê zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, destnîşan kir ku heger wisa dewam bike dê biçin karên demsalî bikin.    * Karkerên jin ên li Baxçeyên Hewselê dixebitin, rojê 14 saetan dixebitin û yewmiyeya wan 65 TL ye. Karkeran destnîşan kir ku ev yewmiye ne heqê keda wan e.    * Koçer Metîn Çogûn, anî ziman ku ji ber qedexeyan ji neçarî li deverine din zozan kirê kirine, lê belê heqê kirê pir biha bûye. Çogûn, qadeke zozanê ya heqê kirêya wê bi 25 hezaran, bi 50 hezar TL'yî dane wan.    * Parêzer Aslihan Bûlût, anî ziman ku bi pakêta darazê ya 4'emîn re dê tenê dê name û hevdîtinên girtiyan neyên tomarkirin, dê girtî bi temamî bên tecrîdkirin.    * PDK ku li ser asasê dijberiya PKK'ê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û di vî warî de peymanên eskerî-aborî îmze kirine, niha jî li dor 12 hezar eskerên xwe hewl dide teza Tirkiyeyê ya "Ez ne li dijî kurdan, li dijî PKK'ê şer dikim" rewa bike.    * 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a piştî wekîltiya wê hat xistin lêhatibû birin ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat erêkirin.   * Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 95’emîn de berdewam dike.    *6'emîn danişîna doza bersûcê Surmî Înce qetilkiribû, wê li Dadgeha Cezayê Giran a Gevegerê bê dîtin. (09.30)   * KCD, DBP, HDP û nûnerên ekolojîst, STO û komeleyan, wê li dijî talana xwezayê li qûntarên Çiyayê Cûdî çalakiya rûniştinê li dar bixin. (10.30)   * Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê, wê derbarê Roja Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan a Cîhanê de, li Avahiya Xizmeta Alîkarî ya Edlî daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Li Stenbol, Enqere, Mêrsîn û Wanê, wê raporên derbarê greva birçîbûnê de hatine amadekirin, bên aşkerekirin. (11.00-15.00)