22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin 2021-06-11 09:40:04   AMED - 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a piştî wekîltiya wê hat xistin lêhatibû birin ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat erêkirin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê heye, wekîltiya wê hatibû xistin. 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Guven hatibû birin, ji aliyê Dadgeha Edlî ya Herêmê Amedê ve hat erêkirin.   SERLÊDAN RED KIRIN   9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” jî, du caran 4 sal bi giştî 22 sal û 3 meh ceza li Guven birîbû.   Parêzerên Guven ji ber ku biryara dadgeha herêmî ne di cih dîtin, serî li Dadgeha Edlî ya herêmê da bûn. Lê ev serlêdana parêzeran hat redkirin.   SERLÊDANA ÎSTÎNAFÊ JI BINÎ VE HAT RED   2’yemîn Daîraya Ceza ya Dadgeha Edlî ya Herêma  Amedê, serlêdana ji bo berdana Guven û betalkirina biryara dadgeha herêmî nirxand û serlêdan ji binî ve red kir. Dadgehê bi hinceta gumana ku Guven bire heye, bergiriyên kontrola edlî wê kêm bimînin û ji ber sûcê ku jê tê tawanbarkirin girtina wê bi pîvane, berdana Guven red kir.     RÊYA ÎTÎRAZÊ HEYE   Parêzerên Guven li dijî biryara girtina Guven a Dadgeha Îstînafê, dikarî serî li 3’yemîn Dadgeha Edlî ya Herêma Amedê bibin û rêya îtîrazê jî ji bo Darazê vekirî hatiye hiştin.