ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide 2021-06-11 09:56:45   ENQERE - ÎHD, wê têkildarî biryara redkirina AYM’ê ya derbarê “Jêrzemînên Cizîrê” ku di Rojnameya Fermî hat weşandin de daxuyaniyê bide.   Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 rojan berdewam kiribû. Têkildarî kesên dema qedexeya derketina derve di “jêrzemîna seyemîn” de jiyana xwe ji dest dabûn li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz hatibû vekirin û pişt re hatibû redkirin. Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide   Navenda Giştî ya ÎHD’ê li ser hesaba xwe ya medya salan ev parvekirin kir: “Wê Hevserokê me yê Giştî têkildarî biryara AYM’ê ya kesên li jêrzemîna sêyemîn a Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan ku parêzeriya wan jî dike, ber bi nîvro ve daxuyaniyê bide. Serlêdanên kesayetî ya Derya Koç û kesên jiyana xwe ji dest dan yek bi yek berdewam dike. Tu windabûna maf tune ye.”