Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne 2021-06-11 10:53:27   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne û got: “Ji bilî provokasyonan tu argûmanek di destê Tirkiyê de nemaye. Lê wê hêzên kurd neyên van leyîstikan.”    Tirkiyê di 23’yê Nîsanê de li dijî deverên Metîna, Zapê û Avaşînê yên bi ser devera Herêma Kurdistana Federe ve operasyona leşkerî da destpêkirin û ev êriş ji bejahî û asîmanî ve didome. Tirkiye tevî her roj leşker û cerdevanan sewq dike jî nikare bi pêş ve biçe. Vê carê jî hêzên bi navê Zerewanî û Gulan ên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxilî operasyonê hatin kirin. Tirkiye ji asîman ve êrişî deverên gerîla dike û yekîneyên taybet ên PDK’ê jî ji bejahiyê ve êrişî nuqteyên HPG’ê dike. Raya giştî ya kurdan nerazîbûnek mezin nîşanî yekîneyên taybet ên PDK’ê ku daxilî operasyonê hatine kirin didin û vê rewşa heyî wek “xiyanetê” pênase dikin.    PEYMANA LOZANÊ    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand. Keskîn anî ziman ku ev operasyonên li pey hev li Başûr, Bakûr û Rojava pêk tên amadekariya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ye û bi pêngavên stratejîk dixwazin Peyaman Lozanê nûjen bikin.    TÊKILIYÊN TÊN MEŞANDIN    Bayindir bal kişand ser têkiliyên Tirkiyê û PDK’ê û wiha got: “Tirkiye ji bo ku armanca xwe ya nûjenkirina Lozanê pêk bîne têkiliyên xwe bi PDK’ê re li pêş dixe. Di rastiya xwe de têkiliya Tirkiyê ne li ser esasen ku Rêveberiya Başûr nas bike û têkiliyên dîplomatîk û siyasî li pêş bixe ye. Armanca Tirkiyê bi temamî ew e ku dagirkeriyê pêk bîne û statûya kurdan dabeş bike. Gelê kurd qet û qet viya qebûl nake. Van têkiliyan bi pirsgirêk dibîne. Ev têkilî hem destkeftiyên gelê kurd dixe xetereyê û hem jî zirarê dide siberojê.”    ‘TIRKIYE PDK’Ê BI KAR TÎNE’    Bayindir destnîşan kir ku îqtidara AKP’ê di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne û êrişan didomîne û û got: “Tirkiye li dijî Başûrê Kurdistanê polîtîkaya bêmirov hiştinê bi rê ve dibe. Êdî em dibînin ku rêveberiya PDK’ê têkiliyên xwe yên girêj ên li gel dewleta tirk bi rê ve dibe, nikare veşêre. Em bi heyîrî li firotina axê û bêmirov hiştina herêmê temaşe dikin. Gelê me jî vê rewşê dişopîne. Em dibînin ku gelê Başûrê Kurdistanê jî li dijî têkiliyên PDK’ê û Tirkiyê radibin.”    ÊRIŞA LI METÎNA    Bayindir bal kişand ser li Metînayê êrişa di 5’ê hezîranê ya li dijî yekîneyên taybet ên PDK’ê pêk hat û wiha got: “Tirkiye di 30 salên dawî de li Başûrê Kurdistanê provokasyonek cidî ji xwe re kiriye tecrûbe. Em dikarin bêjin û dema meriv li awayê bûyerê dinêre diyar dibe ku êrişek rasterast ji aliyê Tirkiyê bi awayek provokatîf pêk hatiye. Di nava vê hewldana provokatîf de hin hêzên di nava PDK’ê de cih digirin jî hene. Meriv dikare bêje ku di nava PDK’ê de jî têkiliyên qirêj hene.”    ‘JI BILÎ PROVOKASYONAN TU ARGÛMAN NEMAYE’    Bayindir anî ziman ku tifaqa AKP-MHP’ê polîtîkaya “kurd û kurd bi hev bide şikandin” bi rê ve dibe û wiha got: “Gelê kurd di rewşek dîrokî û awarte de derbas dibe. Gelê kurd bi her awayî ketiye qonaxa statûya xwe û azadiya xwe ku bi dest bixe ye. Ev tifaqa faşîst a Tirkiyê dixwaze berê kurdan bide hev. Polîtîkaya dabeşkirina kurdan bi rê ve dibe. Vê polîtîkaya xwe jî bi destê yekîneyên taybet ên di nava PDK’ê de pêk anî. Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku gelek bûyerên wek vê biqewimin. Çimkî ji bilî van cûreyên provokasyonan tu argûman di destê dewleta tirk de nemaye. Lê belê wê hêzên kurd neyên vê leyîstikê.”    PROVOKASYON    Bayindir da zanîn ku gelê kurd û siyaseta kurd dê bi provokasyonan ranebin û wê bertekên parlamenterên kurd ên li Herêma Kurdistanê û parlamentoya Iraqê didin nîşandan dê li dijî van êrişan bibe bend.    BANGA HESTIYARIYÊ    Bayindir li dijî êrişan bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan û vê bangê kir: “Gelê kurd êdî hatiye wê astê ku azadî û siberoja xwe temîn bike. Tu hêz nikare yekîtiya kurdan bi hewldanên provokatîf dabeş bike. Piştî vê pêvajoyê divê her rewşenbîr, nivîskar û partiyên siyasî ji bo yekîtiya gelê kurd bikeve nava hewldanan.”    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol