Mirina leşkerekî din a gumanbar 2021-06-11 11:47:32   MÊRDÎN - Li Nisêbînê, leşkerekî din bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest da.   Li Fermandariya Tûgaya Piyade ya Mekanîze ya 70’emîn a li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, Ridvan Sagdiç ê leşkertî dikir, di encama “qezaya çekê” de jiyana xwe ji dest da. Hat destnîşan kirin ku Sagdiç di 10’ê Hezîranê de, birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Sagdiç, şandin bajarê wî Tekirdag.   Li aliyê din, di 8’ê Hezîranê de, li gundê Karaguney a girêdayî Qaxizman a Qersê Çawişê Pispor ê Cendirmeyan ê Payebilind Egemen Ozturk di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da bû. Di 9’ê Hezîranê de jî, Çawîşê Pispor ê Cendirmeyan Adil Yilmaz jî, di encama “qezaya bi çekê” de jiyana xwe xwe dest da bû.