Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê 2021-06-11 13:23:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Têkiliyên “dewleta kûr” ên bi PKD’ê re ku beşdarî operasyonên derveyî sînor ên bejayî bû, bi wêneyekê ku Neçîrvan Barzanî bi îtîrafkarê PKK Û JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan re kişandiye, dîsa ket rojevê.  PKD’ya ku bi hêzên girêdayî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal Mesrur Barzanî û hêzên Zerewanî û Gulan ên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin re di operasyana derveyî sînor de, bi awayekê bejayî ket qadên ji aliyê Hêzên Çekdarên Tirkve (TSK) hat bombebaran kirin, êrişî cih û baregehên HPG’ê dike.   Bikarhênerên medya înternetê ku bi rojan e li dijî PDK’ê bertek didin nîşandan, vê carê wêneyê Serokê Giştî yê PDK’ê Nerçîvan Barzanî, îtîrafkarê PKK Û JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan û Fermandarê Giştî yê Cendermeyan ê Ewlehiya Giştî yê Fermandar Orgeneral Necatî Ozgen re li Mala Artêşê ya Amedê, di sala 1992’yan de kişandine, parve kirin.   Wêneyê ku mijara gotinê ye bi vî awayî cardin ket rojê. Vê yekê nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo têkiliyên PDK û dewleta kûr ku di hevdîtinên bi parêzerên xwe re di navbera salên 1999 û 2009'an de kiribûn, hatin bîra mirovan.    BARZANÎ-AYGAN-OZGEN   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wêneyê Barzanî, Aygan û Ozgen ên di heman çarçoveyê de, bi bîr xistibû û destnîşan kir ku divê ev yek baş were fam kirin. Ocalan di hevdîtina parêzeran a 4’ê Sibata 2009’an de, ramanên xwe yên derbarê Abdulkadîr Aygan de wiha anîbû ziman: “Ev Abdulkadir Aygan kesek balkêş e. Ji dûr ve dibe xizmê min. Dema ku li eskeriyê bû, beşdarî JÎTEM’ê bibû. Dûre ji me re got reviyaye û hat gel me. Piştre jî wî kirin îtîrafkar. Min dizanî, ji bo peywirê hatiye gel me. Min wisa texmîn dikir. Ez dixwazim jê bê pirsîn; Dema hûn çûn gel Ocalan, ji bo ku hûn wî înfaz bikin, hûn çûn gel wî? Bersiva vê pirsê girînge. Ez bersiva vê pirsê jê dixwazim. Dikare ji wî ev pirs bê pirsîn.”    AYGAN KIYE?    Ocalan di hevdîtina 4’ê Adara 2009’an ya bi parêzerên xwe re de, behsa du hevpeyvînên cuda yên Aygan ên di Rojnameya Tarafê de cih girtin kiribû û wiha gotibû: “Aygan kiye? Îtîrafkarê PKK’ê ye. Van înfazên bêdaraz bi îtîrafkerên PKK dan kirin. Aygan dibeje li Amedê nêzî 700 înfaz hatin kirin. Wêneyên Aygan ên bi Barzanî û Necatî Ozgen re derketin holê. Wî çawan poz da bû! Dema ku Aygan, bi Barzanî û Necatî Ozgen re rabû û rûnişt, dest bi fikirandina ku 'Deriyê desthiladariyê ji min re vebû' kir. Ji xwe re difikirî ku wê walîtiyekê bidin wî. Çurukkayayan jî wisan difikirîn. Dema ku bi navên wiha radibin û rûdinin re, ji xwe re dibêjin ku ‘wê rêya desthilatdariyê ji me re vekin.’ Lê xapiyan. Hatin bikaranîn.”   LÎSTIK DEWAM DIKE   Ocalan, di hevdîtina xwe ya 30’ê Kanûna 1999’an de jî, qala dewleta kûr kiribû û têkildarî Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî ev nirxandin kiribû: “Bazirganiya PDK’ê pir kirêtê. Ji Tirkiyeyê pereyan digirin. Berê jî wisan bû. Ji me re digotin ‘werin li vê derê bimînin.’ Dema diçûn Tirkiyeyê jî, ji wan re digotin ‘me evqas PKK’î kuştine’ ji wan pere dixwestin. 80 milyon dolar bû, çibû girtibûn. Em difirotin Tirkiyeyê û Tirkiye jî, difirotin me. Ev lîstik hîna jî dewam dike. Em dibêjin ku em vê lîstikê xirab bikin.”   OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ!    Ocalan di hevdîtina xwe ya parêzeran a 15’ê Adara 2000’an de jî, diyar kiribû ku operasyonên derveyî sînor dê ji bo Tirkiyeyê bibe bela û ev hişyarî kiribû: “Li Başûr dibe ku hin pêşketin rû bidin. Dema ku em xebatên aştiyê pêş dixin, li Başûr tê gotin ku hûn hêzek talûke ne. Di vê mijarê de aciziyên dewletê he ne. Lê ev ne tehdîte, hezek aştiyê ye. Divê ev bi xîretî were tekez kirin. Li wê derê, nêzî şeş, heft hezar heza me heye. Ev hêzek pir mezin. Hemû jî bi çekin. Ez jî difikirim ku ew pir baş li wê derê bi cih bûne. Ew der ji bi cih bûnê guncawe. Garê, Gabar û Heftenîn. Çûyîna dewletê ya vê derê û li darxistina operasyonê bextreşiyek mezine. Kêmzêde, ji hezarî zêdetir kes wê bimirin. Teqez divê dewlet neyê vê lîstikê. Ger bikevin wê derê, dê xwînek tirsnak were rijandin. Min hişyar kir. Wê demê jî min gotibû, ger gerîla tengav bibe, ew ê neçar bimîne ku berê xwe bide Bakur.”