Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin 2021-06-11 14:25:53   AMED - Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi wesîleya Roja Têkoşîna Cîhanê ya Li Dijî Karkeriya Zarokan daxuyanî da û eşkere kir ku li Tirkiyê di 8 salan de 494 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dan.    Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî Roja Têkoşîna Cîhanê ya Li Dijî Karkeriya Zarokan li avahiya Alîkariya Xizmeta Edlî civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek parêzer beşdarî civînê bûn. Endamên Komîsyona Mafên Zarokan Alî Can û Feyza Nûr Işik daxuyanî xwendin. Alî Can bal kişand ser hin xebatên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Xebata Navneteweyî da ku dawî li karkeriya zarokan bîne.    152 MILYON ZAROK DIXEBITIN    Can destnîşan kir ku li dinyayê 152 milyon zarok wek karker tên xebitandin û karkerî bandorek neyînî li ser tenduristî û pêşketina 73 milyon zarok dike. Can anî ziman ku herî zêde zarok li parzemîna Afrîkayê tên xebitandin û hejmara wan 72 milyon e û di rêza duyemîn de jî Asya-Herêma Pasifik tê ku hejmara zarokên karker derdora 62 milyonî ye. Can da zanîn ku li parzemîna Amerîkayê 11 milyon zarokên karker, li Ewropa û Asya Navîn jî 6 milyon zarokên karker hene û li welatên erebean jî milyonek zarokên karker hene.    494 ZAROK MIRIN E    Can anî ziman ku li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) li Tirkiyê 720 hezar zarokên karker hene rastiyê nade nîşandan û li gorî rapora Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) nêzî 2 milyon zarokên karker hene. Can got di nava 8 salên dawî de bi giştî 494 zarok dema kar dikirin ango dixebitîn jiyana xwe ji dest dane.