Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da 2021-06-11 19:25:35   WAN- Dayika Aştiyê Muhteber Bor, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.   Li Taxa Bayirli ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muhteber Bor a 67 salî qeyrana dil derbas kir. Borê rakirin nexweşxaneyê, lê belê li gel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Borê li Goristana Karşiyakayê hat veşartin.   Kurê wê Fûat Bor 27 sal in girtiye û di Girtîgeha Karabuk a Tîpa T'yê de ye.