Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne 2021-06-12 09:01:13 WAN - Ji ber hişkesaliyê cotkar zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, anî ziman ku perîşan bûne û dixwazin aliyê wan bê kirin.  Ji ber şert û mercên avhewayê guherîne, li gelek bajarên herêmê çandinî qels bûye. Ji deverên ku hişkesalî lê rû dane yek jê jî navçeya Westan a Wanê ye. Cotkar îsal ji ber hişkesaliyê perîşan bûne.    Li gundê Mirxapêt ê navçeyê Cahît Kaymaz, anî ziman ku îsal ji ber hişkesaliyê berên wan baş çênebûne. Kaymaz, diyar kir ku lîtreya mazotê bûye 7 lîre û êdî ketine halekî wiha nikarin ji bo cot alavên traktorê jî bistînin. Kaymaz got: "Îsal ji ber hişkesaliyê em perîşan bûne. Me silqok daniye, lê ji ber ku em nikarin av bidin hişk dibin. Wisa here em ê perîşan bibin. Em li benda alîkariyê ne."    DÊ PEZÊ XWE BIFIROŞE    Li gundê Sariçêê jî cotkar Mujdat Mete, diyar kir ku wî jî silqok daniye, lê îsal ji ber hişkesaliyê mecbûr maye sondajê li nav erd bixe. Mete, destnîşan kir ku sondaj bi 40 hezar TL'yî lêxistiye û mesrefa mehane ya avdana erd 3 hezar TL ye.    Mete, anî ziman ku îsal kîloya kayê bûye lîreyek û got: "Ka û êm biha bûne. Ji ber vê fiyetê heywanan jî kêm dibe. Ji ber ku ka biha ye, em ê ji mecbûrî mihên xwe bifiroşin. Armanc em zirara xwe kêmtir bikin."    ‘COTKARÎ NEMAYE'    Cotkar Hasan Hakan jî ku nefel daniye, anî ziman ku her sal sê caran erdê xwe dajo, lê îsal ji ber hişkesaliyê tenê carekê ajotiye. Hakan got: "Mazot pir biha ye. Bi taybetî jî a ku pişta me dişikîne ev e. Niha 150 mihên min hene û nizanim ez ê kaya wan a zivistanê çawa peyde bikim. Cotkarî nemaye, lê em li ber xwe didin."