Rêveberên HDP’î hatin girtin 2021-06-13 08:50:01   STENBOL - Rêveberên HDP’ê Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi yên ji ber xebatên xwe yên partiyê beriya 4 rojan li Stenbolê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de polisan di 9’ê Hezîranê de li 8 navçeyên Stenbolê bi ser malan de girtibûn û endamên û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kesan binçav kiribûn. Rêveberên HDP’ê yên Rêxistina Bajêr Fener Gunana, Ahmet Sûbaşi, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Beyoglûyê Mehmet Saît Bor û xebatkarê ewlehiyê yê Rêxistina HDP’ê yê bajêr Mûstafa Tûrgût, piştî îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, duh sewqî Edliyeya Çaglayanê hatibûn kirin. Dozgeriyê, HDP’iyan bi xebatên ku di bin Komîsyona Têkiliyên Gel de bi rê ve dibin ve sûcdar kir, bi daxwaza girtinê wan sewqî 9’emîn Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Stenbolê kir.   Dadgehê, derbarê rêveberên HDP’ê yên rêxistina bajêr Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Dadgehê Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Beyoglûyê Mehmet Saît Bor û xebatkarê ewlehiyê yê Rêxistina HDP’ê yê Bajêr Mûstafa Tûrgût jî bi şertê kontrola edlî berdan.