Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin 2021-06-13 12:27:23   RIHA - Malbata Şenyaşar a lêgerîna xwe ya edaletê didomîne ev tişt got: “Heta ku heq cihê xwe bibîne wê têkoşîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê bidome.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ku Malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 97’emîn de didome.   ‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’   Malbata Şenyaşar a ji ber qedexeya derketina derve li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çalakiya xwe ya “edaletê” didomîne, li ser hesabê xwe yê twîtterê bi etîketa #JiBoMalbataŞenyaşarDipirsim (#ŞenyaşarAilesiİçinSoruyorum) ev peyam parve kir: “Sibê 14’ê Hezîranê ye. Wê êrîşa ser kargeha me û komkujiya li nexweşxaneya dewletê pêk hat bikeve sala 4’an. 3 mirov li nexweşxaneyê tên kuştin, êrîş li pêş dîmenkêşên ewlehiyê pêk tê. Heta ku heq cihê xwe bibîne wê têkoşîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê bidome.”