'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin' 2021-06-13 15:41:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Kobaniyan li dijî êrişa derveyî sînor a artêşa tirk û hewldanên PDK'ê meşek li dar xist û bang li hemû cîhanê kir ku pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin.   Êrişên Tirkiyeyê ku di 23'ê nîsanê de bi piştgiriya PDK'ê li dijî başûrê Kurdistanê hatin destpêkirin didomin. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê êrişa Tirkiyeyê û piştgiriya PDK'ê ya ji bo vê êrîşê jî her ku diçe zêde dibin. Li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê derbarê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Kobanî, Qada Jina Azad li hev civiyan û bi dûrişmeya "Li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşa Rûmetê" dest meşê kirin. Nûnerên partiyên siyasî, endamên rêxistinên ciwanan, nûnerên saziyên civakî, malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û gelê heremê beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmêya "Bimre Îxanet" hat berzkirin û pankarta "Ji qirkirinê û komployên nû re na" hat hilgirtin. Meşa girseyê li Qada Aştiyê ya bajar veguherî mîtîngê.  Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn û Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axivîn.    'SERKEFTIN WÊ BI YEKITIYA GELAN PÊK WERE'   Destpêkê Mihemed Şahîn axivî û wiha got: "Bila her kes bizanibe ku herêmên Kurdistanê bi saya gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê tên parastin, heger berxwedanek tune bûya wê gelê herêmê nikaribûya azad bijiya. Heger berxwedan bi bin bikeve wê gelên Rojhilata Navîn nikaribin azad û bi rûmet bijîn. Azadî û jiyana birûmet dê piştî serkeftina hêzên gerîlLa pêk were, serkeftin dê bi yekitiya gelên Rojhilata Navîn pêk were."   HIŞYARKIRINA TIRKIYEYÊ   Dûre Hemîd El-Ebid axivî û diyar kir ku Tirkiye dixwaze vîna gelên herêmê bişikîne û ev tişt gotin: "Divê hemû dewletên cîhanê û dewletên îslamî li hember vê dewleta faşîst bisekinin, em ji cîhanê re dibêjin ku divê rê li ber vî sûcdarî were girtin da ku her gelek çarenûsa xwe bi xwe diyar bike." El-Ebîd, bang li tevahî gelan kir ku nekevin pey fitneyên ku Tirkiye pêk tîne û xwest ku her kes li hemberê vê yekê hişyar be.