Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne 2021-06-14 09:08:24 MÊRDÎN – Li gundê Eynwerdê ku nebiyên suryaniyên ku piştî berxwedana 62 rojan ji Komkujiya Sayfo xelas bûne lê dijîn, piştî 106 salan jî şopên berxwedan, êş û komkujiyê hene. Ji komkujî û êrişên ku ji aliyê Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ve li dijî gelên qedîm ên Mezopotamyayê pêk hatin suryaniyan jî para xwe girtiye. Di komkujiyên ku di sala 1915’an de li dijî suryaniyan pêk hatin de bi hezaran suryanî hatin qetilkirin û bi deh hezaran suryanî jî ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Ev tiştên ku di vê pêvajoyê de pêk hatine weke “Komkujiya Sayfo” ku tê wateya “kêrê” derbasî dîrokê bûne. Ji ber rêyên ku têde koçî Sûriyeyê dibin ji aliyê leşkeran ve tên girtin û êriş li wan tên kirin, suryanî li gundê Eynwerdê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê ku dişibe kelehê derbasî berxwedanê dibin. Dêra Mor Hadbşabo ya li gund ji bo surniyan dibe navenda berxwedanê.    BERXWEDANA 62 ROJAN    Her çiqas suryanî li gundê Eynwerdê 62 rojan li ber xwe didin jî çend kes ji wan bi birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Piştî berxwedana 62 rojan bi navbeynkariya rûsipiyên demê û Şêx Fethûllah Hamîdî ku di nav suryaniyan de weke “Ezîz” tê bibîranîn dorpêça li ser gund bi dawî dibe. Ji ber gumanên birçîbûn û ewlehiyê piştî demekê suryanî careke din dikevin ser rêyên koçberiyê.   ŞOPÊN FÎŞEKAN   Her çiqas ji esrek zêdetir dem derbas bûbe jî li gundê Eynwerdê hê şopên berxwedanê hene. Li gund îro tenê 5 malbatên suryanî dijîn. Li gund 4 dêrên suryaniyan hene. Her çiqas dêr hatibin temîrkirin jî ji ber ku peywirdarên olî tunene li wan ayîn nayên kirin. Suryaniyên ku li gund bi malbatên misilman re dijîn, debara xwe bi cotkarî û sewalkariyê dikin. Êşên sala 1915’an hê jî li gund weke wê demê teze ne. Li ser kevirên dîwarên Dêra Mor Hadbşabo hê jî şopên fîşekan hene. Hewşa dêrê ku kesên hatine qetilkirin lê hatine veşartin şahidiya xwe ya dîrokê didomîne.   JI BERXWEDANÊ RE AMADE KIRIN   Suryanî Yûhanûn Akay ku li gund dijî fîşekên di kevirên dêrê de ne nîşan da û ev tişt got: “Ji sala 1915’an fîşek ji me re mane.” Piştî vê gotina xwe Akay, derbarê tiştên ku di sala 1915’an de pêk hatine de axivî û wiha got: “Ji ber ku berê kesên ji komkujiyê xelas bûne li vir bûye ji bo yên me bûye feyde. Ji kesên ku diçûn û dihatine tiştên pêk dihatin dipirsîn. Ji ber vê jî bergiriyên xwe girtin. Di sala 1915’an de ji bo birçî nemînin di mehên hezîran û tîrmehê de bi lez û bez paletiya xwe dikin. Li gorî ku tê gotin; li derdora gund mewziyan vedane û ji avên bîrên derdora gund bi kar anîne. Ji bo ku avên bîrên nav gund di serdegirtinê de bi kar bînin dest nedane avê wan.”   TIRS    Akay, destnîşan kir ku bi nêzbûna komkujiyê ya ber bi gundê wan re gundiyan 62 rojan li ber xwe daye û ev tişt anîn ziman: “Piştî berxwedanê milkê kesên ku xwestin vegerên gund nedan wan. Piştî vegerê suryaniyan rojên zehmettir derbas kirin û ji bo dabînkirina pewîstiyên xwe neçar man ku weke karker biçin gundên din. Komkujiyê piştre jî berdewam kir. Piştî sala 1915’an jî suryanî di nav tirsê de dijiyan. Rexmî ku temenê pîra min bûbû 105 jî ditirsiya ku tiştên hatine serê wan vebêje.”   DÊR   Di berdewamê de Akay, da zanîn ku dema Sayfoyê dêra gund roleke mezin leyîstiye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber ku weke kelehê bû dêr hat tercîhkirin û ji bo zarok, jin û temen mezinan bû navenda mihafizekirinê. Ji ber ku gelek kes ketina dêr hin zarok hatine pelçiqandin. Dêr bûye remza berxwedana li gund.   ‘EM HÊ JÎ LI BER XWE DIDIN’   Derbarê hejmara suryaniyan a li gund jî Akay agahî dan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di sala 1915’an de li gund 250-300 malbat hebûn, li nîha tenê 5 malbat mane. Suryanî salên dirêj bi komkujiyên ku neyên bîrkirin re rû bi rû man. Di sala 106’emîn de daxwaza suryaniyan ew e ku bi komkujiyan re hevrûbûn çêbibe. Heke astengiyên li pêşiya çand û ziman rabibe em ê xwe weke weke welatiyên çîna duyemîn hîs nekin. Suryaniyên ku li gund dijî hê jî li ber xwe didin. Di salên 1990’î de jiyana li gund zehmet bû. Lê ji ber me terka gundê xwe nekiriye em ne poşman in.”    MA / Ahmet Kanbal