Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide! 2021-06-14 09:08:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê Kurd Makî Revend ê li Başûrê Kurdistanê dijî, anî ziman ku bûyera li Metînayê ku 5 peşmergeyan tê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê MÎT û PDK ve hatiye kirin û got: "Dê vê carê jî sivîlan bikûjin û bixin stûyê PKK'ê." Bertekên li dijî PDK'ê ku tevlî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bûyî, didomin. Di encama êrişê li dijî hêzên taybet ên PDK'ê ku tevlî operasyonê bûn de 5 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 4 peşmerge jî birîndar bibû. PDK'ê HPG'ê weke berpirsiyarê êrişê nîşan da bû. Lê HPG'ê di daxûyaniya xwe de, aşkere kiribû ku tu eleqaya wan bi êrişê re tune ye û xwastibû ku heyetek serbixwe biçe herêmê û cihê bûyerê lêkolînê bike. Lê heya niha, li cihê bûyerê lêkolîn ne hatiye kirin.    Siyasetmedarê Kurd Makî Revend ê li Herema Federe ya Kurdistanê dijî, operasyona derveyê sînor û helwesta PDK'ê nirxand. Revend, berî êrişê 5'ê Hezîranê ya li dijî hêzên taybet ên PDK'ê gotibû ku dê PDK û MÎT'a Tirk peşmergeyan bikûjin û wekî berpirsiyar jî PKK nîşan bidin. Revend, vê carê jî îdea kir ku PDK û MÎT'ê planek nû kirine dewrê. Revend, da zanîn ku wê vê carê sivîlan bikujîn û PKK'ê wekî berpirsiyar nîşan bidin.      'BARZANÎ DERÎ VEKIR'   Revend, diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê ev 30 sal in berdewam dike û wiha axivî: "Şer ne tenê bi tanq û topan dimeşe. Di heman demê de, li dijî Başûrê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk şer aborî û derûnî heye. Dewleta Tirk bi zanebûn polîtîkayeke bi vî awayî dimeşîne. Malbata Barzanî deriyê tevahiya Kurdistanê ji dewleta Tirk re vekiriye. Ji ver vê yekê ev şerê ku niha dimeşe yek ji encamên polîtîkayên ku 30 sal in dimeşe ye. Mesût Barzanî ji bo berjewendiyên xwe deriyê Kurdistanê ji dewleta Tirk re vekiriye û mifteya Kurdistanê xistiye destê dewleta Tirk. Gelê Kurd berdêlên mezin dan. Li ser vê xakê Qetlîama Enfalê qewimî û bi hezaran Kurd şehît bûn. Ev berdêlên ku hatin dayîn, ji bo berjewendeyên kesane nabe ku bên tunekirin."   'ÎXANETA NETEWÎ'   Revend, Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî, Serokê Hêrêma Federe ya Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî  weke "karmendên Tirkiyê" pênase kir û wiha pê de çû: "Ji ber ku Barzanî û zarokên wî karmendên Tirkiyê ne, dengê xwe li dijî operasyonan dernaxin. Heke tu mifteya malê bidî dijmin, tu nabêjî 'na.' Lê belê gelê Kurd li çar perçeyan xwedî vînek mezine. Dê li dijî berjewendiyên hin kesan bêdeng nemînin. Mesût Barzanî wekî salên 90'î, îro jî di nava îxaneteke netewî de ye."    ÊRÎŞA 5'Ê HEZÎRANÊ    Di der barê êrişa 5'ê Hezîranê ya ku di dema hêzên PDK'ê li herêma Metîna sewqiyata leşkerî dikir pêk hat û di encamê wê de 5 peşmerge jiyana xwe ji dest da 4 ji wan jî birîndar bû Revend da zanîn ku ji hin kesên nav PDK'ê agahî gihiştiye ber destê wî û diyar kir ku "du hefte beriya bûyerê hin agahî gihiştin li ber destê min. Li gorî vana agahiyan dê nêzî 10-15 peşmermerge bi destê PDK û MÎT'ê bihatina kuştin û wek berpisryar jî PKK bihata tewanbarkirin. Bi vê planê armanc dikirin ku şer bidin destpêkirin. Di derbarê vê yekê de min daxuyanî jî da û piştî 10 roj an ev bûyer qewimî. Gotin PKK kiriye. Lê belê her kes dizane ku êrîş ji aliyê PKK'ê ve nehat kirin, PDK jî vê yekê baş dizane. Wesayiya peşmergeyan ji hewayê ve rastî êrîşê hat."   PLANA KUŞTINA SIVÎLAN   Revend, da zanîn ku  ji bo operasyonên devreyî sînor planên nû dikin û wiha qala van planan kir: "Vê carê wê sivîlan bikin hedefa xwe. Heman hêza MÎT û PDK'ê wê sivîlan bikujin û bixin stûyê PKK'ê. Ji nav PDK'ê min agahî girtiye. Piştî 5'ê Hezîranê min anîbû ziman û rojek piştî vê li Dinartê bi ser avahiya malbatekê de girtin. Xwediyê malbatê got 'PKK'ê bi ser mala min de girt, wê min bikuştina, lê min xwe ji wan rizgar kir.' PDK vê carê tiştekî bi vî awayî dê bi ceribîne û dest bi kuştina sivîlan bike. Ev plana wan a  nû ye... Pêşî peşmerge kuştin, vê carê jî wê sivîlan bikujin. Wê bi vî awayî propagandaya "PKK sivîlan dikuje" bikin. Divê gelê Kurd vê rastiyê bibîne. MÎT û PDK hewl didin vê plana xwe bixin dewrê."    BERJEWENDIYÊN BARZANÎ   Siyasetmedarê Kurd Makî Revend, dest nîşan kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji yên PDK'ê zêdetir in û wiha bi dawî kir: "Her tişt dibin kontrola dewleta Tirk de ye. Ji bo Barzanî tenê berjewendiyên aborî girîng in. Tirkiye jî vê yekê pêk tîne. Barzanî bi salan e meaşê gel nade. Bi salan e li Kurdistanê serdestiyê dike û berjewendiyên xwe difikir e. Bila baş bê zanîn wê tenê gelê Kurd û Kurdistan ji van bûyerên ku diqewimin zirarê bibînin."   MA / Ozgur Paksoy