Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin 2021-06-14 09:10:22 RIHA - Mehmet Şenyaşar ê bav û 2 birayên xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin û ew bi xwe jî bi “teqlîdkirina mirinê” ji bûyerê rizgar bû, wiha got: “Me kiryar teşxîs kirin, lê hîna jî dest û milên xwe dihejin û di ber me re derbas dibin.”  Parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildzi, di 14’ê Hezîrana 2918’an de, li dijî malbata Şenyaşar êriş pêk anîn. Di ser êrişê re 3 sal derbas bûn. Birayên hev Celal, Ferît, Mehmet, Fadil û Adil Şenyaşar di êrişê de birîndar bûn. Ji malbata Yildiz jî 8 kes birîndar bûn. Birayê parlamenter Yildiz, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da.   Dûre parazvan û xizmên Yildiz, birayên hev ên Şenyaşar ên li nexweşxanê dihatin derman kirin, xistin hedefa xwe. Pişt re birayên hev Celal û Adil Şenyaşar li ber çavên xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin. Dayik Emîne Şenyaşar û bav Haci Esvet Şenyaşar ên ku dibihîsin zarokên wan rastî êrişî hatin baz didin serwîsa lezgîn a nexweşxanê. Xizmên Yildiz, li ber çavên Emîne Şenyaşar hevjînê wê Esvet Şenyşar jî dikujin. Ji 5 birayan Mehmet Şenyaşar ê ku sivik birîndar dibe, bi “teqlîdkirina mirinê” ji bûyerê rizgar dibe.   TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA MALBATÊ   Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên xwe di êrişê de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, ev 98 rojin li ber Edliya Rihayê çalakiya nobeta “Edaletê” dewam dikin. Ferdên malbatê di vê pêvajoyê de gelek caran hatin binçavkirin, lê dîsa dest ji çalakiya xwe bernedan. Mehmet Şenyaşar ê di êrişê de bi “teqlîtkirina mirinê” ji bûyerê rizgar bû û hevjîna Celal Şenyaşar Huriye Şenyaşar tiştên ku din ava 3 salan de qewimîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.   BERÎ 14’Ê HEZÎRANÊ   Mehmet Şenyaşar ê ku ji ber li dikana malbata xwe mezê dike hin rojan beşdarî çalakiya "edaletê" ya malbata xwe dibe, wiha axivî: “Rojek berî bûyerê, jiyaneke me ya xweş û aram hebû. Bavê min 30 sal bû li bajêr esnaftî dikir. Ji bo ku em dilê hev neşkînin, dil nizm nêzî hev dibûn. Em di hema avahiyê de bi hev re rûdiniştin. Ji ber vê hem tim bi hevre dihatin malê. Ligel ku daîreyên me cuda bûn jî, em her tim dihatin daîreya ku dayik û bavê me lê dirûniştin. Em bi hevre rûdiniştin û me sohbet dikir. Di dawiya heftiyê de, em diçûn gund, hem em dixebitin û hem jî me bi hev re dem derbas kir. Heya roja 14 Hezîrana 2018’an…”     ZAROK PIRSA BAVÊN XWE DIKIN   Şenyaşar, anî ziman ku ev tablo di 14’ê Hezîranê de, hat berevajî kirin û wiha got: “Berê me zêdetir tepsiyên xwarinê rêdikirin firinê, lê niha hejmara me pir kêm bûye. Hin caran ez bi tenê dayika xwe re xwarinê dixwim. Bav û du birayên min hatin kuştin. Birayekê min jî, di girtîgehê de ye. Derûniya  zarokên birayên min xirab bûne. Hina jî pirsa bavê xwe ji me dikin. Zarokê 4 salî dema dibêje ‘bavê min li kuye’ hûndirê me parçe dibe. Li nexweşxanê êrişê me kirin. Bi wêneyan me ew teşxîs kirin. Lê hîna jî dest û milên xwe dihejînin û di ber dikana me re derbas dibin. Polîsan li nexweşxanê mudaxileyî wan nekir. Dibin êrişan de ez sewqî Dîlokê kirim.”    EDALETA KU PÊK NAYÊ   Şenyaşar, dest nîşan kir ku ligel 3 sal bi ser bûyerê re derbas bûn jî, edalet hîna nehatiye bi cih anîn û wiha bi dawî kir: “Piştî bûyerê, tu hêviya me ya edaletê nema. Birayê min ji nexweşxanê birin û girtin. Ji malbata Yildiz kesek negirtin. Em êrişkar teşxîs kirin, lê dozger ji me re got, ‘herin li mala xwe rûnin, dema ku dem hat, dê edalet pêk were.’ Lê hîna jî edalet nehatiye bi cih anîn. Çalakiya malbata min 98 roj ji dû xwe hiştin. Êdî dayika min nikare li malê rû ne. Dixwaze kurê wê bê berdan û bersûc bên darizandin. Dewlet cihê kesên em qetilkirin dizane. Naxwaze wan bi darizîne. Em spasiya kesên piştgiriyê didin têkoşîna me ya edaletê dikin. Em hêza xwe ya têkoşînê ji wan digirin. Em bang li hemû kesên bi wijdan dikin ku dengê xwe li dengê me zêde bikin.”    3 SAL PIR ZOR DERBAS BÛN   Hevjîna Celal Şenyaşar ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da Huriye Şenyaşar jî, diyar kir ku 3 sal pir dijwar derbas bûn û wiha axivî: “Celal ji malê diçû kar û ji kar jî dihat malê. 3 sal ji bo min pir zor derbas bûn. Min di nava van sê salan de zarokên xwe jî pir bi xwe re êşandin. Di nava sê salan de, ma mirov her cara ku serê xwe dane ser balgî digirî? Her ku serê xwe datînim ser balgî ez digirîm. Gelo çawan dibe ku zarokek 8 salî bêje ‘ez nikarim nefes bigirim? Lê zarokê min ji min re dibêje ku ew nikare nefesê bigire. Her tim digirî. Ji bo ku ez wan baş mezin bikim, ez têdikoşim.”    DAXWAZA EDALETÊ   Şenyaşar, bi bîr xist ku li ber çavê dayikekê komkujiyek hat jiyîn û wiha daxwaza edaletê kir: “Ligel ku cihê bersûcan tê zanîn jî nayin girtin. Dayikek û kurê xwe 98 rojin li ber edliyê nobeta edaletê digirin. Dozger û parêzer di ber wan re derbas dibin, lê ji ber zextên siyasî guhê xwe li daxwazên me digirin. Em nikarin windayên xwe paşve vegerînin, lê ger edalet pêk were, em ê hinek be jî rehet bibin. Ji bo ku zarokê min nefes bêhnê bistîne, divê edalet bê bicihanîn.”   MA / Emrullah Acar