PDK Şandeya Aştiyê asteng dike 2021-06-14 10:22:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên asayîşa PDK'ê, destûr nadin ku Şandeya Aştiyê li pêş Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê, daxuyaniyê bide çapemeniyê.   Ji Şandeya Aştiyê gelek kes li dijî operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya li Herêma Federe ya Kurdistanê dewam dike, çûn Hewlêre û xwestin banga diyalog û aştiyê bikin. Hin endamên şandeyê yên çûn Hewlêrê, der sînor hatin kirin. Hin ji wan jî karin xwe bi gihînin Hewlêrê. Di nava Şandeya Aştiyê de gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û aktîvîst cih digirin.    Komek ji Şandeya Aştiyê ya ku karî xwe bi gihîne Hewlêrê, xwest îro li pêş Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê hêzên asayîşê yên girêdayî PDK'ê, dan zanîn ku ew ê destûrê nedin daxuyaniya koma aştiyê.   Hêzên asayîşê yên otela Şandeya Aştiyê lê dimîne dorpêç kirin û diyar kirin ku ewê nehêlin li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya çapemeniyê bê dayin.