Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin 2021-06-14 11:07:51   ENQERE - Piştî ku biryara beraetê ya Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê hat xerakirin, wê danişîna ewil di 15’ê Cotmehê de were dîtin. Yek ji parêzerên ku li dozê dinêrin parêzer Nûray Ozdogan, anî ziman ku bi hişyariya “Hûn neyên jî wê danişîn bê dîtin” peyama “neyên” ji bo bersûcan hatiye dayîn.    Têkildarî 19 kesên di navbera salên 1993 û 1996’an de li Enqereyê û bajarên derdorê hatibûn windakirin û înfazkirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû dîtin. Dadgehê di danişîna hat dîtin de, derbarê 19 bersûcên ku Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Mehmet Agar, Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahîn, Korkût Eken û Ayhan Çarkin jî di nav de biryara beraetê dabû. Daîreya Cezayê 1’emîn a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê di 23’ê Gulanê de biryara beraetê xera kiribû.    Piştî ku biryar hat xerakirin 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji gazinker û bersûcan re teblîxata danişînê şand. Balkêş bû ku di teblîxatê de hişyariya “Hûn neyên jî wê danişîn bê dîtin” hat kirin.    HIŞYARIYA ‘NEYÊN’   Yek ji parêzerên dozê Nûray Ozdogan, anî ziman ku dadgehê di hişyariyê de bi awayekî sergirtî peyama “neyên” daye bersûcan û wiha got: “Biryara Îstînafê derbarê esasê de bû. Dadgeha Heremî ji ber delîl baş nehatine nirxandin, beyanên bersûc Ayhan Çarkin ên têkildarî bûyeran baş nehatine lêkolînkirin, ev sûc di çarçoveya organîzasyonekê de hatine kirin an nehatine kirin, têkiliyên navbera bûyeran de baş nehatine nirxandin û hwd. biryara beraetê xera kir. Îstînafê, biryar da ku beyanên şahidên ku têkildarî bûyeran agahî û delîlên cidî pêşkeş kirin baş nehatine nirxandin. Delîlên di vê dosyayê de didin nîşandan ku bersûcan di çarçoveya xwe rêxistinkirina JÎTEM’ê de ev sûc kirine.”   JI GAZINKER Û BERSÛCAN RE HEMAN NÊZÎKATÎ   Ozdogan, destnîşan kir ku hişyariya dadgehê, dide nîşandan ku bi heman awayî nêzîkî bersûc û gazinkeran dibe û wiha berdewam kir: “Lê li vir cînayetên ku endamên organîzasyoneke di nava dewletê de kirine tên lêkolînkirin. Teblîxata dadgehê ji bersûcan re şandiye, dide nîşandan ku wê dadgeh helwesta xwe ya ku Doza JÎTEM’ê ne darizîne bidomîne. Dihat payîn ku qet nebe dadgehê wisa kiribûya ku bersûcên bi cînayetan tên sûcdarkirin tevlî danişînê bûbûna an jî hewce bibe kirariyên anîna bi darê zorê pêk anîbûya.”   DERBARÊ DOZÊ DE   Lepirsîna ewil ku têkildarî 19 kesên di navbera salên 1993’ê û 1996’ê de li Enqereyê bi darê zorê hatin windakirin û derveyî qanûnî hatin înfazkirin ku di nava wan de Midurê Nifûsa Altindagê Abdulmecît Baskin jî hebû di sala 2011’an de dest pê kiribû. Ji ber rîska demborandinê di 20’ê Îlona 2013’an de têkildarî cînayeta Abdulmecît Baskin îdianame hat amadekirin. Bi îdianameyeke nû ku di 19’ê Kanûna 2013’an de hat amadekirin cînayetên Namik Erdogan, Metîn Vûral, Recep Kûzûcû, Behcet Canturk, Savaş Bûldan, Haci Karay, Adnan Yildirim, Îsmaîl Karaalîoglû, Yûsûf Ekîncî, Omer Lutfî Topal, Hîkmet Babataş, Medet Serhat, Feyzî Aslan, Lazem Esmaeili, Asker Smitko, Tarik Umît, Salîh Aslan û Faîk Candan jî li darizandinê zêdekirin. Derbarê bersûc Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn, Korkût Eken, Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Ziya Bandirmalioglû, Ercan Ersoy, Ahmet Demîrel, Ayhan Ozkan, Seyfettîn Lap, Enver Ûlû, Ûgûr Şahîn, Alper Tekdemîr, Yûsûf Yuksel, Abbas Semîh Suerî, Lokman Kulunk, Mahmût Yildirim, Nûrettîn Guven, Mûhsîn Korman de ji sûcê “di çarçoveya xebatên avakirina çekdar de kuştina mirovan” doz hatibû vekirin.    MA / Gokhan Altay