Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe! 2021-06-14 11:08:06 ENQERE - Derket holê ku dozgerê Doza Kobanê yê bi îfadeyên şahidê veşarî “Ulaş” ku hem di Doza Kobanê de û hem jî di doza derbarê girtinê HDP’ê de cih digire, lêpirsîna endam û rêveberên SES’ê jî bi îfadeyên vî şahidê veşarî bi rê ve dibe.  Bi hêceta xwepêşdanên ji bo Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hatibûn lidarxistin, derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 siyatmedarên ji siyaseta kurd doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê îro li Enqereyê tê lidarxistin. Di Doza Kobanê de şahidek veşarî bi navê “Ulaş” heye. Derket holê ku îfadeyên “Ulaş” di hin dosyeyên din de jî hene. Hat zanîn ku îfadeyên vî şahidê veşarî “Ulaş” di dosyeya lêpirsîna li ser endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) de ku di 25’ê gulanê de hatibûn binçavkirin hene û îfadeyên wî kirine sedema sûc.    Her wiha îfadeyên vî şahidên veşarî di îdianameya têkildarî girtina HDP’ê ya ewilî de jî ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve paş ve hatibû vegerandin jî cih digirin.    ‘EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE PILANÊN WAN XERA BIKIN’    Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Kenan Maçoglû diyar kir ku di encama îfadeyên vî şahidê veşarî de bi sedan rûpel hatine amadekirin. Maçoglû got îfadeyên vî şahidê veşarî hem di Doza Kobanê de, hem di îdianameya amadekariya girtina HDP’ê û hem jî di lêpirsîna endam û rêveberên SES’ê de heye. Maçoglû destnîşan kir ku bi sedan rûpel îdianame bi îfadeyên vî şahidê veşarî tenê li ber destê dozgerek hatiye amadekirin û dixwaze wek operasyonên di serdema cemaetê de muxalefeta civakî hemû di bin zextan de bihêle. Maçoglû anî ziman ku li ser şandeya dadgehê ya Doza Kobanê zextên siyasî hene û ev rewş jî xwe di danişînan û lêpirsînan de dide nîşandan. Maçoglû diyar kir ku dadgeh dixwaze zû zûka dozê bi dawî bike, cezayan bibire û lê belê di warê qaydeyî de astengî hene û hema bêje wan bi îtîraz û têkoşîna xwe hin pilanên dadgehê xera kirine. Maçoglû got li dijî van pilanên bi zanebûn û ji bo tasfiyeyê tên kirin wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.    MA / Zemo Aggoz