Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin 2021-06-14 12:21:53   MANÎSA - Parêzerê Doza Somayê Can Atalaya bertek nîşanî şandeya dadgehê da û got: “Em ji we daxwaz dikin ku êdî hûn dawîli vê şanoyê bînin. Êdî ewletiya we di dosyeyê de nemaye.”    Danişîna 3’yemîn a Doza Somayê piştî biryara Dadgeha Bilind a xerakirina dozê dîsa tê lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Akhîsarê ya Manîsayê hat lidarxistin. Ji parêzerên dozê parêzer Selçûk Kozagaçli yê girtî xwest bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bibe lê dadgehê daxwazê red kir. Li ser vê yekê parêzeran mafê axaftinê girt û bertek nîşanî şandeya dadgehê dan.    Parêzer Hatîce Aslan Atabay got parêzer nikarin bi îradeya azad parêzeriyê bikin û beşdariya Selçûk Kozagaçli nabe ku were astengkirin.    Parêzer Seçil Ege Degerlî jî redkirina daxwaza Kozagaçli ya dozê li dijî yasayan e û divê ew jî wek parêzerê dozê dikaribe beşdarî dozê bibe.    ‘DAWÎ LI VÊ ŞANOYÊ BÎNIN’    Parêzer Can Atalay jî bertek nîşanî redkirina daxwaza Kozagaçli da û got: “Hûn ji bo Kozagaçli qiyasê dikin. Ev tişta ku hûn dikin pêkenok e, yanî şano ye. Ji we daxwaza me ew e ku hûn vê pergeya şanoyê biqetînin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn dawî liv ê şanoyê bînin. Hûn danişînek beriya niha hatin redkirin. Di dosyeyê de tu ewletiya we nema. Dezgeh gelek mezin e. Mesele we derbas dike. Em mirovatiya xwe diparêzin.”    Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan jî bertek nîşanî şandeya dadgehê dan û gotin tu baweriya wan bi şandeya dadgehê nemaye.    Şandeyê daxwazên parêzeran red kir û danişîn bi beyanên parêzeran berdewam dike.