Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna 2021-06-14 12:42:48   NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevserokê FEDA Demîr Çelîk ê li Hewlêrê hat binçavkirin û dûre derveyî sînor hat kirin, wiha bertek nîşan da: “Diviyabû ewqas jî nizm nebûna. Me li Kurdistana azad xwest ku em bên gelhev, lê bi saetan em dibin çavan de girtin. Ev pir bi êş bû.”   Şandeyeke ji siyasetmedar, rojnameger, nivîskar û rewşenbîrên Kurd û enternasyonalîstên ji welatên cuda pêk tê, bi armanca banga aştî û diyalogê ya li dijî operasyona der sînor a Tirkiyeyê bikin, di 12’ê Hezîranê de li bajêrê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê hatibûn binçavkirin û der sînor kirin. Şandeya din a ji 27 kesên pêk hat û siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş û Parlamentera Eyaleta Hambûrg a Partiya Çep Cansû Ozdemîr di navê de cih girtin jî, li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê hatin binçavkirin û derbarê wan de qedexeya derveyî welat hat dayîn.    Hevserokê Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk, ê li Hewlêrê hat binçavkirin û dûre der sînor hat kirin, derbarê tiştên jiyîn de, ji ajansa me re axivî.    ASTENGIYA HEMWEXT    Çelîk, diyar kir ku wan bi şandeyek qelebalix re ji bo pêşîgirtina şerê di navbera Kurdan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê ketin rê û wiha axivî: “Lê ji bo mehekê ketina me ya Kurdistana Federe hat qedexekirin û em der sînor kirin. Di dewleta hiqûqî de tiştek wiha ne pêkane. Dewleta Alman jî mîna dewleta Tirk a dij hiqûqê tevdigere kir. Carek din aşkere bû. Nêrîna wê ya li ser Kurdan, têkiliyên wê yên bi Tirkiyê re, rûyê wê yê gemar nîşan da. Di vê wateyê de, wan derfet da ku Kurd çiqas bindest û mexdûr bûne.”    BI SAETAN DIBIN ÇAVAN DE HIŞTIN   Çelîk, diyar kir ku ew li Hewlêrê bi hinceta “nîzamê xera dikin” hatin astengkirin û wiha bilêv kir: “Em çawan gehiştin Balafirgeha Hewlêrê, dest danîn ser pasaportên me. Bê pirs û sewal, em ji rêwiyên din veqetandin. Ligel ku me got, em ji bo aştiyê, li dijî şer, avakirina yeketiyê û serdanê hatine jî, em bi xirabkirina nîzamê sûcdar kirin. Diviyabû ewqas jî nizm nebûna. Me li Kurdistana azad xwest ku em bên gelhev, lê bi saetan em dibin çavan de girtin. Ev pir bi êş bû. Me dixwest em li Kurdistanek azad bicivin, lê wan bi saetan em dibin çavan de hiştin. Ev nêzîkatiya wan bi tu awayî nayê qebûl kirin.”    BERPIRSIYARTIYEK DÎROKIYE   Çelîk, dest nîşan kir ku di şert û mercên Rojhilata Navîn a ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê dewam dike de, Kurd bi rîskên mezin re rû bi rû ne û ev bang kir: “Lê di heman demê de, Kurd jî xwedî derfetên mezinin. Nabe ku hêvî ji zaliman, serdestan û desthilatriyan bên kirin. Daxwazên mafdar ên mezlûm û mexdûran azadiye. Pêwîste ku 50 milyon Kurd, ne ji bo berjewendiyên xwe, ji bo tevahiya Kurdan bên gelhev û têkoşînek hevpar bi hevre bimeşînin. Ev berpirsiyariyek dîrokî ye. Em li kijan parçeyê dibin bila bibin, em ji kîjan bawerî û olî dibin bila bibin, ji bo statuya Kurdan, divê em têkoşîna yekitiyê bidin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku di vê pêvajoya gelek derfet hene de, bên gelhev dikim.”    MA / Ozgur Paksoy