Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm 2021-06-14 19:51:37   ENQERE - Ayhan Bîlgen ku di Doza Kobaniyê de parastin kir, diyar kir ku ji bo pêşî li ber mirinê bigire daxilî nav siyasetê bûye û îdiya ku çalakî bi twîttên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê hatine destpêkirin ne rast e û tu delîleke wê ya berbiçav tune ye.    Danişîna sêyem a Doza Kobaniyê piştî danê nîvro li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan dwam kir. Piştî heyeta dadgehê hat hêwanê, danişîn bi parastina Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, dest pê kir. Bîlgen ji Girtîgeha Sîncanê bi SEGBÎS'ê tevli danişînê bû.   Bîlgen di parastina xwe de destnîşan kir ku di çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê de yê ku provakasyon kiriye DAIŞ bûye û ev qas sal derbas bûne ev yek nehatiye aşkerekirin.    Bîlgen, diyar kir ku gotina "bûne sedema mirina 37 kesan" bi xwe dilê mirov diêşîne û di berdewamiya parastina xwe de got: "Ez parêzvanê mafê mirova me. Kî dibe bila bibe beleheq mirina kesî nerast e. Ez qebûl nakim ku pêwendiya min bi vê re bê danîn. Jixwe armanca daxilbûna min a nav siyasetê, pêşîlêgirtina mirinê bû. Ji bo zarok nemirin, dayik negirîn daxilî nav siyasetê bûm. Lê vê îthama tawanbarkirina bi kuştinê pir giran e. Ez ji bo meqamekî û qoltixekê siyasetê nakim."    Her wiha Bîlgen di berdewamiya parastina xwe ji bo îdiaya ku çalakî bi twîttên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'Ê hatine destpêkirin û daxilî nav îdianameyê hatine kirin jî, destnîşan kir ku nerast e û tu delîleke wê ya berbiçav tune ye.    Piştî meqama parêzeran parastin kir û piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê danişîn taloqî sibê kir.