Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike 2021-06-15 09:12:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya nûnertiya HDP ya Hewlêrê serdana Wargeha Penabaran a Mexmûrê kirin û lêkolîn pêk anî. Rêvebera HDP ya ji Nûnertiya Hewlerê Mizgîn Arî diyar kir ku armanca êrişa li ser Mexmûrê komkujiyeke mezin bûye û got: “Cihê ku êriş hatiye kirin, seyrangeh û park bûye.”          Balafirên şer ên Tirkiyê di 5’ê hezîranê de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) hat bombebarankirin. Ji ber ku bombebaran di seatên nîvro de pêk hat zirareke can û madî çênebû. Piştî êrişa li ser Mexmûrê Şandeya Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlerê ku ji 4 kesan pêk dihat çû cihê bûyerê û li wir lêkolîn kirin û serdana şêniyên Mexmûrê kir. Yek ji kesên ku di vê şandeyê de cih digire jî  Rêvebera HDP ya ji Nûnertiya Hewlerê Mizgîn Arî bû.    Arî derbarê lêkolînên ku wan li wargehê kirin û têkîldarî geşedanên ku li başûr diqewimin ji ajansa me re axivî.    MEXMÛRÎ DIXWAZIN NETEWÊN YEKBÛYÎ SERDANA KAMPÊ BIKE    Arî diyar kir ku di lêkolînên xwe de tişta ku wan dîtiye ew bû ku êriş rasterast li dijî jin û zarokan pêk hatiye û got: “Piştî êrişa li dijî Mexmûrê em weke şandeyek HDP'ê çûn wargehê û me cihê bûyerê lêkolîn kir. Tişta ku me li wir dît ew bû ku raste rast jin û zarok hatine hedef girtin. Di êrişê de ziyaneke can û madî çênebûye. Lê dibe ku çêbûya jî. Çimkî cihê ku êriş pêk hatiye qada seyrangeh û park e. Me li wir li gelê wargehê jî guhdar kir. Gelê wargehê dibêje ‘em di bin ewlehiya hêzen navnetewî û dewleta Iraqê de ne.  Çawa çêdibe ku dewleta tirk, di bin ewlehiya wan da dikara êrişî me bike? Ne mûmkune ku ev hêz ji êrîşan bê xeber bin. Eger agahiya wan jê hebe, ev jî hevkarên êrişên dewleta tirk in. Eger agahdar nebin divê li hemberî van êrişan deng derbixin û helwestek nîşan bidin’. Gelê Mexmûrê daxwaz dikir ku komiteyeke ku ji Netewên Yekbûyî pêk tê biçe cihê bûyerê û rewşê di cih de bişopîne. Em ji vê daxwaz dikin û divê demildest ev daxwazî pêk bê."     'ARMANC KOMKUJIYEKE MEZIN BÛYE'    Arî diyar kir ku armanca êrişa Tirkiyê ew bûye ku komkujiyeke mezin pêk bîne û wiha got: “Daxwaza wan encam negirtiye. Gelê Maxmûrê ku ji ber zilm û zordariya Tirkiyê koçber bûne 27 sal in 27 sal in li vir jî bi êrişên Tirkiyê re rûbirû ne. Bi taybetî jî di 4 salên dawî de Tirkiyê gelek caran Mexmûrê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de armanc ew bûye ku komkujiyeke mezin pêk bînin. Lê ev daxwazî û hewledana wan bêencam maye. Dewleta tirk jî baş dizane ku êdî kurdê ku bi gotina wan bike nema ye. Îro gelê kurd ji bo azadiya xwe, nasnameya xwe û doza xwe şer dike. Bedela wê çi bibe bila bibe di vê daxwaziya xwe de gav paşve navêje. Berxwedana Mexmûrê tirs xistiye dilê wan. Ji ber wê îro careke din ji hewayî ve êriş dikin. Ev şer îro ne tenê li çiyayên başûr, ji Hewlerê bigirin heta Duhokê ev şerê qirêj tê meşandin.”    'BI ÊRIŞAN BERSIVÊ DIDIN DAXWAZA AZADIYÊ'    Arî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku êrişa li dijî Mexmûrê dijminahiya li hemberî gelê kurd e û wiha got: “Dîyar e ku rejîma faşîst a AKP'ê û MHP'ê di dijminahiya li dijî gelê kurd de tu sînoran nas nake. Divê gel xwe nexapîne û êdî ji derewên AKP'ê û MHP'ê bawer neke. Hemû tişt aşkereye û li ber çavan e. Bi van êrişan em dibînin ku dijminatiya gelê kurd dikin. Vê rejîmê destkeftiyên kurdan hemû kiriye armanca êrişên xwe. Dixwazin bi van êrişan dawî li hebûna kurdan bînin. Bi êrişan bersiva daxwazên gelê kurd didin. Lê tevî van êrişan jî 27 sal in gelê Mexmûrê li ber xwe dide û hêzê dide têkoşîna gelê kurd. Ev êriş nikarin serê berxwedanê bitewînin û wê nikaribin jî. Ji ber tirs girtiye dilê wan êriş dibin ser kampê. Gelê Mexmûrê bi vîn û biryardar li hemberî van êrîşan derdikeve."      'HERÊM TÊ TALANKIRIN’    Arî anî ziman ku Tirkiye bi êrişan tenê sînordar namîne û di heman demê de dixwaze Kurdistanê dorpêç bike û wiha domand: “Çar perçeyên Kurdistanê bi van êrişên hovane re rûbirû ye. Bi salan e tifaqa AKP-MHP’ê li her çar perçeyên Kurdistanê şereke qirêj dide nelabdşbç Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê hemû derfetan bikar tînin. Bi çekên herî giran êriş dikin. Li deştan, li çiyayayan li dijî gelê kurd şerekê qirkirinê dane destpêkirin. Weke ku tê zanîn di 23'ê Nîsanê de dewleta tirk li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Di vê operasyonê de gelek qadên gel hatin bombebarankirin. Bi vê jî neman, li gundên ku bombebaran kirin, talan kirin û pişt re jî dizî kirin. Amûrên welatiyan difiroşin û herêmê bêdar dihêlin.  Bi van pêkanîna em dibînin ku dewleta tirk ne tenê li hemberî  hebûna kurd, di heman demê de li hemberî warên kurdan jî konsepteke nû daye destpêkirin. Dijminahiya xwezayê û gelê kud dikin.  Îro dixwazin Metîna, Zap û Avaşînê dagir bikin, sibê jî wê Duhok, Kerkuk û Hewlerê dagir bikin. Lê li dijî operasyona dagirkirina axa Kurdistanê gelê kurd di nav bi vîn û îradeyeke herî mezin berxwe didin û dîrokê dinîvîsin."   'ÎRO METÎNA, ZAP Û AVAŞÎN E, SIBÊ DOHUK, HEWLÊR Û KERKÛK E'    Arî anî ziman li dijî operasyonên qirkirina gelê kurd erka pêwîst helwesta netewî ye û vê bang kir: "Divê êdî hemû hêz û partiyên Kurdistanî ve rastiyê bibînin. Dem dema xwedî derketina deskeftiyên Kurdistanê ye. Li dijî vê dagirkirinê bêdengî tê wateya erêkirina dagirkirina axa Kurdistanê. Heger îro em li hemberî vê dagirkirinê helwesteke netewî nîşan nedin, em ê tenê bi temaşekirina dagirkirina xaka Kurdistanê re sînordar bimînin.  Eger ku helwestek netewî dernekeve, wê sibê  êrişî Hewlêr, Kerkuk û Misûlê bikin. Divê gelê kurd û dostên kurdan vê yekê wisa bibînin û binirxînin."   MA / Zeynep Durgut