Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne 2021-06-15 09:17:49 ENQERE - Parlemneterê HDP'î Alî Kenanoglû, diyar kir ku îdianameyên Doza Kobanê li ser bêbextî û derewan hatine amadekirin û got: "Her ku hevalên me van îdiayan pûç dikin, heyeta dadgehê jî bi şerm û fedî fermanên tên dayîn pêk tîne."  Danişîna 3'yem a Doza Kobanê, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di çarçoveya vê dozê de 28 jê girtî û 108 kes tên darizandin. Piraniya van kesan jî rêvebirên HDP'ê ne.   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alî Kenanoglû ku danişînê li hêwana dadgehê şopand, destnîşan kir ku Doza Kobanê dozeke tolhilgirtinê ya siyasî ye. Kenanoglû, diyar kir ku di vê dozê de yên didarizînin HDP'î ne û got: "Hevalên me bi heqîqetê vê doza bi bêbextî û derewan hatiye çêkirin pûç dikin. Gava Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Selahattîn Demîrtaş diaxivin meqama îdiayê nikare serê xwe rake. Ji lew re li holê îdianameyeke ku bi temamî bi derewan hatiye amadekirin heye. Û her ku ev tê îspatkirin, heyet jî bi şerm û fedî fermanên tên dayîn pêk tîne."    BERJEWENDIYÊN SIYASΠ   Kenanoglû, destnîşan kir ku ev doz ne dozeke hiqûqî ye û li ser asasê berjewendiyên siyasî hatiye vekirin û got: "Em bi dozeke bi zorê hatiye vekirin re rû bi rû ne. Dozeke wisa ye ku dozger di nav îdianameyê de nîşeyên xwe yên taybet ji bîr dike. Heyeta dadgehê, dibêje bi baldarî dozê vedikole, lê wan nîşeyan di nav îdianameyê de qebûl dike. Parêzerên me daxwazên xwe berpêş dikin, lê nayên qebûlkirin. Ev jî nîşan dide ku ev doz ne dozeke hiqûqî ye, ev îdianame çop e."    HEYETA TAYBET   Kenanoglû, ji bo redkirina daxwaza redkirina dadger a parêzeran jî got: "Ev heyet tenê li vê dozê mêze dike. Bi taybetî hatine hilbijartin. Ji ber ku nedarizandineke hiqûqî ye, ne pêkan e heyetek din were. Ji ber ku em dizanin ev doz, dozeke dîrokî ye helbet em ê nebêjin 'encam diyar e, tavilê divê biqede.' Çendî ku em dizanin bi hincetên hiqûqî nehatiye amadekirin jî, em îtirazên xwe dikin. Heyet dixwaze zûzûka dozê biqedîne."    Kenanoglû, diyar kir ku di serdemeke ku têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê û îdiayên nelirêtiyên tên nîqaşkirin de, li hêwanan darizandina HDP'iyan tiştekî "komîk" e û got: "Serikê çeteyan bi daxuyaniyên xwe dibêje, bê çawa welat şêlandine û talan kirine. Lê dadgeh jî radibe HDP'ê bi diziya zexîre û talankirina marketan didarizîne. Di nav siyaseta mafyayî de siyaseta rantê dikin. Tekane çareya me, em bi temamî ji vana xelas bibin."