Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin 2021-06-15 10:32:14   RIHA - Tirkiyê ji bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 176 ton dexl û dan desteser kiriye û aniye Rihayê. Karmend û midurên Şaxa TMO’yê ya Rihayê ji bo bacê ji vî dexl û danî derbixin wek genimê nan û meqarna nîşan dan û 15 milyon lîre bertîl xwarin e. AKP’yî jî di nav de 4 jê girtî derbarê 16 bersûcan de doz hat vekirin.    Tirkiyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de li gel hêzên paramîlîter bi navê Artêşa Millî ya Sûriyê (SMO) êrişî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev êriş û desteserkirina herdu bajaran ne bes e demek dirêj e dexl û danên xelkê herêmê tê dizîn û tînin Rihayê difiroşin. Derket holê ku ji embarên dexl û dan ên gundê Şergirak a bi ser Eyn Îsayê û gundê Dehlîz ê bi ser Silûkê ve 176 ton dexl û dan anîne Ofîsa Mahsûlên Çandiniyê (TMO) a Rihayê û di vî dexl û danî de gendelî hatiye kirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê vê gendeliyê de lêpirsîna “bertîl sitendine û dane” û “fesadan tevlî îhaleyê kirine” da destpêkirin.    Di çarçovoya vê lêpirsînê Serokê Daîreya Stendin û Mufazayê ya Miduriyeta Giştî ya Mahsulên Çandiniyê ya Tirkiyê Gokhan Gurbuz, birayê parlamenterê AKP’ê û endamê Desteya Rêveberiya Navenda AKP’ê Mazhar Bagli ku di heman demê de cîgirê Midurê Şaxa TMO ya Rihayê Abdurrahman Bagli jî di nav de derbarê 16 kesan de îdianame hat amadekirin. 4 kes ji vê dozê girtî ne û dosyeya Gokhan Gurbuz ji ber ku li Enqereyê rûdinê ji dosyeyê hat cihêkirin.    BIRAYÊ PARLAMENTERÊ AKP’Ê HAT GIRTIN    Di çarçoveya lêpirsînê de di 6 û 7’ê nîsanê de Abdurrahman Bagli, karmendê gumrukê Îbrahîm Halîl Oncel, wezîfedarê Şîrketa Bazirganiyê ya Derve û Sewqiyata Rojhilata Navîn Ahmet Yilmaz, Îsmaîl Akdemîr, Şafak Acar, Îbrahîm Bahşî, Abdullah Çelebî, Abuzer Yavuz, Alî Mengî, Omer Faruk Altundal, Feyyaz Gundogdû, Îbrahîm Cebe, Îbrahîm Dîrek, Mehmet Emîn Ozkan, Sadûn Ozkan û Hadî Altun hatin binçavkirin. Ji van 16 kesan Abdurahman Bagli, Ahmet Yilmaz, Îsmaîl Akdemîr û Şafak Acar di 10’ê nîsanê de ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rihayê ve hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Rihayê.    FESADAN TEVLÎ ÎHALEYÊ KIRINE    Di îdianameyê de ji sûcên “Bertîl sitendine û dane” û “fesadan tevlî îhaleyê kirine” ji bo her 16 kesan ceza hat xwestin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê îdianameyê qebûl kir û danişîna ewil a dozê wê di 12’ê tîrmehê de were lidarxistin.    ŞAHID: 15 MILYON LÎRE ZIRAR HEYE    Di îdianameyê de kesê bi navê S.O. ku şahidiyê ji meseleyê re dike, daxwaznmeya îhbarê dide walîtiyê û diyar dike ku van bêqanûniyên ku li TMO’yê qewimîne midurê saziyê Denîz Ozoglû dizane û mudaxileyî rewşê nekiriye û ser meseleyê girtiye. Her wiha S.O. destnîşan dike ku van kesan 15 milyon lîre kara xwe di dexl û dan de kirine, dewletê xistine zirarê û Abdurrahman Bagli û Halîl Oncel di saziyê de çete ava kirine û gendeliyêk irine.    BÊQAYDEYÎ DIHATIN ZANÎN    Yek ji şahidê din ê bûyerê F.Y. jî di îdianameyê de aniye ziman ku di dexl û danên ku ji Sûriyê anîne Rihayê di îhaleyan de bêqaydeyî hatiye kirin û tevî ku miduriyeta TMO’yê vi dizanibû jî mudaxile nekiriye û ser meseleyê girtiye û bi vî awayî dewletê 15 milyon lîre xistine zirarê.    MA / Bariş Polat