Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin 2021-06-15 11:55:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Hin hunermendên kurd derbarê geşedanên li Başûrê Kurdistanê diqewimin de daxuyanî dan û gotin ew ji şerê navxweyî re dibêjin “na” û ew banga Kurdistanek azad û aştiyane li hemû aliyan dikin.  Komek hunermendên kurd têkildarî geşedanên li Başûrê Kurdistanê diqewimin daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Hunermend bang li hemû hêz û aliyê kurdî dikin ku dest bi diyaloga navxweyî bikin û aştiyek mayînde pêk bînin.    Daxuyaniya hunermendan wiha ye:   “Îro şert û mercên cîhanê ji bo kurdan û hemû gelên bindest pir xerab bûye. Derfetên jiyana azad roj bi roj kêm dibin ji bo me. Welatên serdest çavê wan lê ye ku kurdayetiyê ji holê rakin. Dixwazin me tune bikin. Lewma divê em îro xwe biaqil bikin û xeletiyên 30 sal berê dûbare nekin. Dilê me hê jî ji ber wan şaşîtiyên berê diêşê. Em naxwazin carek din dilê me birîn bibe. Wek gelê kurd, me têra xwe êş kişandiye û derdê me besî me ye.     Ev sed sal in,  Kurdistana me ya xweşik bindest e. Me her tim li dijî dagirkeriyê li ber xwe da. Hîn jî keç û xortên Kurdistanê li çar alîyên welatê me li ber xwe didin. Îro em hatine wê astê ku endamên civaka me, li cîhanê, bi riya zanist, dîplomasî û hunerê temsîliyeta miletê kurd dikin. Em kurd bi saya keç û xortên xwe ji dinyayê re derheqê azadîxwazî û berxwedêriyê de bûn hêviyek.    EM JI ŞERÊ NAVXWEYÎ RE DIBÊJIN ‘NA’   Gelê me ji berê ve şer û nakokiyên navxweyî pesend nake û li hember vê mijarê pir hesas tevdigere. Her kîjan alî be bila bibe, em ê wekî hûnermendên serbixwe yên kurd di vî şerê navxweyî de nebin alî û em bangawazî dikin û em ji hêzên mezin yên Kurdistana xweşik re dibêjin: Em wekî ferd û hunermendên gelê kurd, ji şerê navxweyî re dibêjin NA. Divê birakujî bi tu awayî dubare nebe. Em ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî rêya mizakere û diyalogê weke rêya rast dibînin. Em ji bo pirsgirêkên navxweyî bên zelal kirin û çareserkirin banga îtîdal û xwezanînê dikin. Kîjan alî qirîzên heyî kûr bike û hesasyetên gelê kurd negire ber çav, li ber çavên kurda reş dibin û  ev yek berpirsiyarî ya her aliyan e.     BANGA AŞTIYA NAVXWEYÎ   Em aliyê aramiya navxweyî digrin û li ber çavê me aramî encax bi Kurdistanek azad pêkan e. Her kî dest bi Kurdkujiyê bike ew ê xwe bikuje û hemû xweşîkî û xeyalên azadîyê jî bikuje. Emê nebin aliyê tu hêza ku gule berî kurdek bide.     Em bang li hemû hêzan dikin: Aniha dest bi dialogê bikin. Dev ji îtifaqên dijî kurdan berdin û aşîtiyek navxweyi çêkin! Hunermendên Kurd dibêjin ‘Ji bilî aştîya navxweyî çi rîya rast û xweşik tune’ ye.”     Navê hunermendên ku ku metnê îmze kirine wiha ne:   “Nalîn Aslan, Îbhrahîm Ethem Tuzer, Bager Kaya, Aram Taştekin, Denîz Ozer, Doğan Belge, ZAF, Kasım Taşdogan, Berrî Shemdîn, Miheme Porgebol, Serpil Odabaşı, Mustafa Demîr, Hêja Netirk, Aysel Borak, Aziz Yîgît, Araf Tiyatro, Bariş Seydwan, Bahoz Ozsunar, Erdal Kaya, Sakina Teyna, Egît Firat, Veysel Seçen, Hemeşa Yelboga, Şîrîn Ertaş, Şerîf Polat, Xodî, Sema Çidik, Gulan Mîzgîn Tekîn, Nesîp Erîpek, Vedat Zengîn, Adnan Ozhan, Zeynep Demirhan, Veysel Eren, Rozerîn Baltaş, Serdar Demîr, Diyar Alturk.”