18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne 2021-06-15 12:16:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 2003’yan de û Hikûmeta Iraqê jî di sala 2017’an de biryar li ser derxistina artêşa Tirk ji nava xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dan. Lê heta niha binpêkirin û talankirina Tirkiyê ya li ser xaka Başûr û Iraqê didome.   Êrişên Tirkiye yên hewayî û bejahî yên li dijî deverên Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Tirkiye li ser xaka Herêma Kurdistanê 41 baregehên leşkerî ava kiriye. Bi kûrahiya 40 kîlometran xaka Herêma Kurdistan û Iraqê dorpêç kiriye. Di encama êriş û operasyonên Tirkiyê de tenê di nava 5 salên dawî de ji bilî ku bi bihayê milyonan dolar ziyan gihandiye welatiyên herêmê, heta niha di êrişên Tirkiyê de 103 welatî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 148 gund jî vala bûne.   Tirkiye ji 23’yê Nîsanê ve êrişek berfireh li dijî Avaşîn, Zapê û Metînayê daye destpêkirin û didome. Lê heta niha ne Parlamentoya Kurdistanê û ne Hikûmeta Herêmê ne jî Hikûmeta Iraqê li dijî Tirkiyê tu pêngavek nedaye destpêkirin.    Ev bêdengiya Hikûmeta Herêmê jî di demekî de ye ku, di 12’ê Gulana 2003’yan de Parlementoya Herêma Kurdistanê bi biryara jimare 37 biryar daye ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji nava xaka Herêma Kurdistanê derkeve.   Li gorî biryarê, daxwaz ji Tirkiyê hatibû kirin ku ji beriya hingê di jêr navê ‘Hêza aştî parêz’ (PMF) de li Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn, ji nava xaka Herêma Kurdistanê derkevin.   Tevî ku 18 sal di ser vê biryara Parlamentoyê de derbas dibin jî Tirkiye bêyî ku ji xaka Herêmê vekişe, berovajî hêza xwe ya li nava xaka Herêmê zêdetir dike û dorpêçkirina li nav xaka Herêmê berfirehtir dike.   Di 17’ê Çileya 2017’an de jî Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî li gel serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim lihevkirin ku Tirkiye hêza xwe ji Başîqa vekêşe. Lê tevî ku dawî li şerê DAIŞ’ê hatiye, heta niha jî artêşa Tirk li Başiqayê maye. Piştî baregeha Kanî Masî ku zêdetirî hezar û 500 leşkerên Tirk têde ye, baregeha Başîqa jî zêdetirî hezar leşkerên hêza taybet a Tirk têde hene û rojane hejmara leşkerên xwe ya li van baregehan zêdetir dike.   Li gorî gotina nûnerê Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî , heta niha ne Hikûmeta Herêmê ne jî ya Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiye li Encûmena Ewlehiyê ti giliyek nekirine. Vê yekê jî rê li ber êrişên li ser gelê kurd, êriş û talankirina xwezaya Kurdistanê vekiriye.