Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir 2021-06-15 14:40:12   ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku di Lûtkeya NATO ya duh de qada bizaviyê ya Erdogan teng kiriye û got: “Erdogan êdî wek ku dixwaze nikare nakokiyan di navbera DYA-NATO-YE de bikar bîne.”    Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy Lûtkeya NATO ya duh li Brukselê pêk hat û hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan nirxand.    ‘QADA BIZAVA ERDOGAN TENG BÛ’    Ozsoy bi bîr xist ku di serdema Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump de di navbera DYA-YE de tansiyon hebû û Trump li pêşberî kamerayan di pozîsyonek ku gotina ji lîderên Ewropayî û NATO’yê re digot de bû. Ozsoy anî ziman ku bi Biden re ev tablo cihê bûye û li gorî daxuyaniya Biden Amerîka, Ewropa û NATO di çarçoveya ewlekariyê de nêzî hev bûne. Ozsoy bal kişand ser hevdîtina Erdogan û Biden û got: “Erdogan tansiyona di navbera Trump, Amerîka û NATO’yê de ji xwe re bikar dianî. Divê meriv di vê çarçoveyê de jî li meseleya S-400 binêre. Em bi bîra xwe bînin, Trump di mijara S-400’an de hema bêje rêveberiya Amerîkayê sûcdar dikir. Biden, têkiliyên NATO û Ewropayê komî ser hev kir û qada bizavê ya Erdogan jî di astek girîng de teng kir. A rast divê meriv wisa li bandora meselê ya mezin binêre. Yanî Erdogan êdî kengê bixwaze nikare têkiliyên bi nakokî yên di navbera Amerîka-NATO û Amerîka Û Yekîtiya Ewropayê ji xwe re bikar bîne. Çimkî lîderên Ewropayî û Amerîkayê hema bêje konsesusa tam pêk anîne. Li gorî min yek ji peyamên Lûtkeyê ya herî girîng jî ev bû. Erdogan heke bi eşkereyî gav neavêje, tawîzan nede, wê ev têkilî neyên başkirin.    DIBE KU BERÊ RÛSYA Û TIRKIYÊ BIKEVE HEV    Niha NATO hem ji bo Çînê û hem jî ji bo Rûsyayê dijîtiya xwe zelal kir. Ji bo ku Tirkiye li dijî Rûsya û Çînê pozîsyonek zelal bigire, zext lê tê kirin. Heke Tirkiye bi Rûsyayê re rûbirû bimîne, mesele dev ji S-400’an berde ango li Derya Reş pozîsyonek nêzî Îngîlistanê û Amerîkayê cih bigire û bi Rûsyayê re rûbirû bimîne û dijîtî derkeve, wê Rûsya qadên ku bedelê bi Tirkiyê bide çêbibin. Di serê van qadan de jî Sûriye tê. Meseleya Rojava tê. Erdogan di aliyekî de di mijara aboriyê de tengav bûye û qediyaye. Hem jî di warê dîplomatîk de bi tenê maye. Dixwaze bi rojava re têkiliyên xwe dîsa normal bike. Dixwaze viya bi ser NATO’yê re normal bike.”    MA / Selman Guzelyuz