Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin 2021-06-15 15:06:54   AMED - Danişîna ewil a doza rojnamevan Ayşe Kaya hat lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Kara de biryara berdewamiya şertê kontrola edlî da û qedexeya derketina derveyî welat ranekir.    Derbarê rojnamevan Ayşe Kara de ji ber şopandina nûçeyan birêvebirina xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamtiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) a bi KHK'ê hatibû girtin û Kongreya Jinên Azad (KJA) bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Kara û parêzerê xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Kara bi rêya tercuman îfadeya xwe bi kurdî da.    Kara anî ziman ku ne endama KCD'ê ye, bi armanca nûçe çêkirinê çûye avahiya KCD'ê, tu eleqeya wê bi agahî û belgeyên li wir tune ye. Kara bi lêv kir ku endama KJA'yê jî nîne, ji ber rojnamevan e bûye endama OGC'ê.   Li ser vê yekê serokê dadgehê pirsa ku karta rojnamevaniyê heye û li kîjan saziyê xebitiye ji Kara kir. Kara jî diyar kir ku karta wê ya rojnamevaniyê heye û bi awayekî serbest rojnamevanî dikir. Kara sûcdariyên derbarê xwe de red kir û daxwaza beraeta xwe kir.    'VEKIRIYE KU ROJNAMEVANÎ KIRIYE'   Parêzer Resûl Tamûr jî karta rojnamevaniyê ya muwekîla xwe pêşkeşî dadgehê kir û anî ziman ku nûçeyên ku muwekîla wê çêkirine beriya niha jî pêşkeşî dosyaya dozê kirine. Tamûr da zanîn ku dema li nûçeyên di dosyayê de dinêrin bi awayekî vekirî diyare ku muwekîla wê rojnamevanî kiriye û da zanîn ku agahî û belgeyên ji avahiya KCD'ê derketin û navê muwekîla wê tê de heye nîşan nade ku ew endama rêxistinê ye. Tamûr diyar kir ku ji ber qedexeya derketina derve muwekîla wê nikare biçe cem malbata xwe ya li Herêma Kurdistana Federe û ji bo muwekîla wî biçe cem malbata xwe xwest şertê kontrola edlî were rakirin.    Piştî parastina Tamûr, dozger di mutaalaya xwe de daxwaz kir ku biryara şertê kontrola edlî ya qedexeya derveyî welat a derbarê Kara de bidome.    Tamûr li dijî mutalaya dozger axivî û ji bo têkiliyên malbatê xera nebin careke din xwest qedexeya derketina derveyî welat bê rakirin. Şandeya dadgehê derbarê Kara de di çarçoveya şertê kontrola edlî de biryara berdewama qedexeya derveyî welat da û danişînê taloqî 9'ê mijdarê kir.