‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’ 2021-06-15 16:12:54   ENQERE - Endama MYK’a HDP’ê ya berê Berfîn Ozgul Kose ya ji Doza Kobanê tê darizandin sûcdariyên li ser xwe red kir û got di civînên MYK’a wan de tu axaftinek bi naveroka tundiyê nayê kirin û biryarek wisa jî nehatiye girtin.    Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê di rûniştin ango roja duyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam kir. Siyasetmedarên ji dozê girtî tên darizandin parastina xwe dikin.    ‘DI CIVÎNÊN ME DE TUNDÎ NEHATIYE AXAFTIN’    Endama Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berfîn Ozgul Kose parastina xwe kir û da zanîn ku ew ji bernameyê televîzyonan hîn bûye ku “ez bûme qatil û talanger” û ew cara yekem e bi vê dosyeyê tê darizandin. Kose got ew şahidên veşarî û navê wan eşkere di îdianameyê de cih digire û got: “Şahidê herî şênber ez im, ma gelo têr nake?” Kose destnîşan kir ku wê mafê xwe yê kirina siyasetê di HDP’ê de bikar aniye û got: “Di wê serdemê de li Sûriyê drama mirovahiyê diqewimî. Ez ji bo wê dramê bi hestiyar bûm. Ez her tim alîgirê aştiyê bûm. Di civînêm MYK’a me de di tu civînê de axaftinên bi naveroka tundî were kirin nehatine kirin û biryarek wisa jî nehatiye girtin. Di derbarê twîtên hatine belbavkirin de jî biryara DMME’yê heye û hatiye destnîşankirin ku di twîtê de tundî nîne. Ez beraeta xwe dixwazim.”    Parêzerên Kose jî parastina wê kirin û destnîşan kirin ku darizandin li dijî yasayên Destûra Bingehîn tê kirin û sûcdariyên li ser miwekîla xwe red kirin. Parêzeran xwest miwekîla wan were berdan.   Danişînê bi parastina siyasetmedaran berdewam kir.