Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike! 2021-06-16 09:06:14   ÊLIH - Dê Qeyûmê Şaredariya Êlihê, bi 6 milyon û 283 hezar TL'yî avahiya pêvekî ya Midûriyeta Polîsan a Êlihê çêbike.     Qeyûmê Şaredariya Êlihê Hûlûsî Şahîn, ji bo çêkirina avahiya pêvekî ya Midûriyeta Polîsan a Êlihê ku di bin banê Wezareta Karên Navxweyî de ye, îhaleyek çêkir. Di 1'ê Nîsanê de çar fîrma tevli îhaleyê bûn. Şîrketa Knossos bi 6 milyon û 283 TL'yan îhale wergirt.    Şaredariyê tu daxuyanî neda ji ber çi avahiya pêvekî ya Midûriyeta Polîsan a Êlihê çêdike.    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, rewşa heyî nirxand.    Demîr, anî ziman ku armanca feraseta qeyûm şaredariyyan di nav deynan de bihêle. Demîr, bilêv kir ku saziyên dewletê ên budçeyên wan aydê wezaretan e, ji qaseya şaredariyan tên dayîn û got: "Her saziyek, budçeyeke xwe heye. Lê qeyûm, karê hemû saziyan hilgirtiye ser xwe. Nexweşxaneya Perwerdehiyê, Qonaxa Midûrê Polîsan, Avahiya Qeymeqamtiya Qubînê, peyzajên MÎT, Midûriyea Bajarsazî û Hawirdorê, rê û peyarêyên fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, hemû bi çavkaniyên Şaredariya Êlihê hatin çêkirin."    ‘QEY PEREYÊ WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ TUNE YE?'    Demîr, destnîşan kir ku bi rayeke zêde şaredarî ji dest qeyûman derxistine û bi deynek mezin re rû bi rû mane, lê belê gava li ser kar bûne qismek deyn dane. Demîr, anî ziman ku ji roja ku qeyûm hatine tayinkirin heya niha şaredarî di nav deynan de mane û got: "hem dengê gel xesp kirin, hem jî pereyê vî gelî beredayî xerc dikin. Çima şaredarî ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Bajêr pereyan dide? Nayê qebûlkirin ku pereyê vî gelî ne ji bo xizmetê, lê ji bo ewlehiyê tê bikaranîn. Qey Wezareta Karên Navxweyî nikare avahiya midûriyeta polîsan çêbike? Qey budçeya Wezareta Tenduristiyê û wezaretên din tune ye? Çima tim bi pereyên şaredariyê tên çêkirin? Divê qeyûm hesab bide vî gelî. Hûn nikarin perê gel bi vî awayî bi kar bînin."    MA / Fethî Balaman