Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin 2021-06-16 10:27:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah, bang li PDK ya tevlî operasyona artêşa tirk bû kir û got: “Ji bo hûn dîrokek hîn reştir nenivîsin divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin.”   Ebas Îbrahîm Mehmûd ê di 13’ê hezîranê de di êrişa hewayî ya arteşa tirk de li bajaroka Pişderê ya Silemaniyê li gel 3 kesên din jiyana xwe ji dest da li Goristana Bekrecû ya Silêmaniyê bi awayekî girseyî hat veşartin.  Hevserokê Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistanê Mihemed Ebdullah, di merasîma cenaze de têkildarî operasyona dewleta tirk a ser Herema Kurdistana Federe axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişê gerîla dike, êrişê tevayî gelê kurd dike. Ger xiyaneta navxweyî nebe, wê êrişên dagirkeriyê werin şikandin.”   BANG LI PDK’Ê KIR   Ebdulah bang li PDK’ê ya ku tevlî operasyona artêşa tirk bû kir û got: “Ji bo hûn dîrokek hîn reştir nenivîsin divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin. Êrişên dagirkeriyê gihiştine qonaxek metirsîdar, ji bona wê divê tev hişyar bin û xwedî helwest bin.”