Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin 2021-06-16 10:32:52   ÊLIH - Gardiyenan li 2 girtiyên ji bo danişînê ji Xarpêtê anîn Girtîgeha Tîpa T a Êlihê û li dijî jimartina ser piyan derketin xistin.     Girtiyê bi navê Salih Îlmîn û girtiyekê ku navê wî nehat hînbûn ji bo danişînê ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Êlihê hatin kirin. Gardiyanên girtîgeha Êlihê bi hinceta ku her 2 girtî li dijî jimartina ser piyan derketin derb kirin.   Xwişka Salîh Îlmîn ê gardiyenan lêdan Gulçîn Îlmîn, diyar kir ku birayê wê di hevdîtina telefonê ya 10’ê Hêzerîna de, qala tundiya lê hatibû kirin, kir.   Gulçîn Îlmîn, da zanîn ku birayê wê ji sala 2018’an ve bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girtiye û wiha axivî: “Di 4’ê Hezîranê de daniiîna wî hebû û di 27’ê Gulanê de ji bo danişîunê anîn Girtîgeha Êlihê.”   Îlmîn bal kişand ser hevdîtina telefonê ya bi rayê xwe re kiribû û wiha got: “Birayê min û hevalê wî yê pê re bi tenê dixin qawîşekê. Gardiyan di dema jimartinê de, ji wan dixwazin ku rabin ser piyan. Ew li dijî vê yekê derdikevin. Gardiyan hewl didin wan bi zorê rakin ser piyan. Ew jî li ber xwe didin. Gardiyan li ser vê yekê wan bi sendelyeyên li ser rûniştî ve derdixin derveyî qawîşê. Di vê navberê de, bi awayekê fîzîkî mudaxeleyî wan dikin û vê rewşê di her jimartinê dubare dikin. Di heman demê de gartiyan gefa ‘Em ê bi rûmeta we bilîzin’ li wan dixwin. Birayê min ew jî bertek nîşanî gardiyenan didin û dibêjin, ‘Emê destûrê nedin ku kes bi rûmeta me bîlize. Em ê rûmeta xwe bi bihayê mirina xwe binpê nekin.’”   Îlmîn, dest nîşan kir ku birayê wê û hevalê wî yê pê re di 4’ê Hezîranê de cardin paş ve birine Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê.   WÊ DEST BI ROJIYA MIRINÊ BIKIN   Îlmîn, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan dewam dike jî bibîr xist û wiha bi dawî kir: “Birayê min û girtiyên din, agahî dan rêveberiya girtîgehê, ger ku binpêkirinên mafan bi dawî nebin û tecrîd dewam bike, ew ê dest bi rojiya mirinê bikin.”   Gulçîn Îlmîn, anî ziman ku di encama xemsariya rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê de 8 girtî bi şewbê ketine û wiha bi dawî kir: “Di girtîgehê de binpêkirinên mafan zêde bûne. Weke malbat ji tiştên di girtîgehê de tên jiyîn ne rehet û bi fikarin. Ez banga hişyariyê li raya giştî dikim ku li dijî nêzîkatiyên neqanûnî yên li girtîgehan bi hestiyar tevbigerin.”