Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin 2021-06-16 10:53:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Ap û pismamê wê gefa kuştinê li Gelawêj Hemzî Selîm ku hefteya borî tevlî bernameyeke radyoya Rûdawê bûbû û gotibû ku ew bavê xwe yê di şerê xwişk-birakujiyê de jiyana xwe ji dest daye weke şehîd qebûl nake, xwarin.  Gelawêj Hemzî Selîm, keça pêşmergeyê PDK’ê Hemzî Salîm Taha ye ku di sala 1995’an de di şerê "xwişk-birakujiyê" yê di navbera PKK û PDK’ê de jiyana xwe ji dest dabû. Gelawêj, hefteya borî tevlî bernameya radyoya Rûdawê bûbû û bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dabû. Gelawêj derbarê bavê xwe de wiha gotibû: “Ez bavê xwe wekî şehîd qebûl nakim û bi tu awayî şanaziyê bi şehîdbûna wî nakim. Ji ber ku ew di şerê ‘xwişk-Birakujîyê’ de hatiye kuştin.” Ji ber vê helwesta Gelawêj û peyamên ku dabû, ap û pismamê wê gefa kuştinê lê xwarin.   Gelawêj Hemzî Selîm, têkildarî gefa kuştinê ku ap û pismamê wê lê xwarine ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û agahiyên girîng parve kir. Gelawêj diyar kir ku li navçeya Zaxo ya Dihokê dijî û bi karê masîfirotinê re mijûl dibe. Gelawêj destnîşan kir ku xelkê Başûrê Kurdistanê xelkekî eşîr e û ji bo di hêla jinê de çavê civaka xwe vebike û nîşan bide ku ji bilî bibine kevaniyên malê jin dikarin karan jî bikin dikana masiyan vekiriye û ew bixwe lê masiyan difiroşe.   ‘ME GELEK ŞERM KIR’   Piştî van agahiyên derbarê jiyana xwe de Gelawêj derbarê bavê xwe de jî axivî û ev agahî dan: “Bavê min Hemzî Salîm Taha, di sala 1995’an de di şerê dijwar ê xwişk-birakujiyê de ku di navbera PKK û PDK’ê de derketibû jiyana xwe ji dest da. Ji ber cangorîbûna bavê min a di şerê 'xwişk-birakujiyê' de me gelek şerm kir. Şerê 'xwişk-birakujiyê' tu destkeftî ji gelê me re neanî. Tenê xesarê da netewe û yekitiya gelê me.”   ‘EZ NIKARIM BIBÊJIM BAVÊ MIN ŞEHÎD E’   Gelawêj da zanîn ku ji bo xesara şerê "xwişk-birakujiyê" ya daye gelê kurd nîşan bide û di vê derbarê de peyam bide serkirde û layenên siyasî tevlî radyoya Rûdawê bûye û wiha got: “Di weşanê de ji bo ku dilê zarok û hevjînên cangoriyên şerê 'xwişk-birakujiyê' nehêlim, min xwe bavê xwe mînak nîşan da. Ez bi bavê xwe şanaz im lê ne bi kuştina wî. Dema ku vê derbarê de pirs ji min tên kirin ez nikarim bibêjim ku bavê min şehîdê şerê 'xwişk-birakujiyê' ye. Ji ber ku di van rojan de dîsa tê xwestin şerê 'xwişk-birakujiyê' bê dubarekirin, min xwest van peyaman bidim.”   ‘EM Ê KEÇA TE SAX NEHÊLIN’   Gelawêj bi lêv kir ku ji ber peyam û helwesta wê gef lê hatine xwarin û derbarê gefên ku lê hatine xwarin de ev agahî dan: “Kesê herî nêzî min mamê min Taha Selîm Taha ku li Norweçê dijî, gefa kuştinê li min xwar. Bi dayika min re axivî û heqaretên gelek giran li dayika min kir. Heta niha tu kesî bêrêzî li dayika min nekiriye. Lê ji ber hestên min ên neteweyî û welatparêziyê bêrêzî li dayika min hat kirin. Ji dayika min re gotiye em ê keça te sax nehêlin. Ji ber vê niha sawek li ser dayika min çêbûye û hê jî bi ser xwe ve nehatiye. Rojek piştî van gefên xwe mamê min Taha Selîm Taha pismamê min Safin Abdilwahid ku bavê wî jî di şerê 'xwişk-birakujiyê' de jiyana xwe ji dest daye şand ser dikana min. Lê ji ber ku ez ne li dikanê bûm tiştek bi serê min de neanî.”   ‘JI BILÎ PDK’Ê HEMÛ PARTÎ BI BERTEK IN’   Gelawêj derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û hewlesta PDK’ê ya li dijî van êrişan jî nirxand û got: “Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê xesarên gelek mezin gihandine me. Deverên ku dagir kirine û lê bi cih bûne hemû gund û warên xelkê kirine çol. Xesar dane mal, sewal û daran. Daristan û çiyayên me kirine çol. Weke kurd ev ji bo me xesareke gelek mezin e. Heke kurd yekgirtîbûna wê ev hemû tişt jî pek nehatana. Tu dagirker nikaribûn vê zilmê li xak û welatê me bikin. Ji bilî PDK’ê hemû partiyên kurdî bi wayekî tund bertek nîşanî vê rewşê didin. Ji aliyê PDK’ê ve hin peymanên ne li gorî berjwendiyên gelê me bi Tirkiyeyê re hatine kirin.”   MA / Kadrî Esen