Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê 2021-06-16 11:35:44   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku duh ji Doza Kobanê hatibû berdan, li ser hesabê xwe yê medya sanal got, ‘merheba’.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku di Doza Kobanê de dihat darizandin û duh hatibû berdan, li ser hesabê xwe yê medya sanal peyama xwe ya destpêkê parve kir. Bîlgen, li ser hesabê xwe ev parvekirin kir: “Ji herkesî re merheba. Spasiya hemû kesên ku ji ber berdanê li min geriyan û pirsa min kirin dikim. Pêvajoya darizandina berdayî û danişîn wê demekê bidomin.”