Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê 2021-06-16 13:17:40   STENBOL – Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, ji bo ku piştevaniya Emîne Şenyaşar ku 100 roj in bi daxwaza “Edaletê” nobet digire bikin çû Rihayê.    Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, ji bo ku piştevaniya Emîne Şenyaşar ku 100 roj in bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re bi daxwaza “Edaletê” nobet digire bikin çû Rihayê. Ji Dayikên Aştiye Guler Bûgday, Cemîle Çîftçî, Perîhan Akbûlût, Gulşen Dag, Hîkmiye Onel û Bedîha Gozturk,  di nav rojê de wê derbasî ber Edliyeya Rihayê bibin û bi Malbata Şenyaşar re bên gelhev. Wê dayik ji bo demekê bi Emîne Şenyaşar re nöbet bigirin.