‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’ 2021-06-16 15:04:01   AMED - Eskeran mirovên ku li Zozanên Şênê sewalkariyê dikin, bi hêceta “dagirkerin” bi darê zorê ji zozanan derxistin. Koçeran destnîşan kir ku eskeran dest nedane konên cerdevanan û ji axa ku bi salan e li serê dijîn hatin derxistin.    Bi biryara Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan, di 20’ê adarê de herêma Zozanên Şênê ya girêdayî navçeya Pasûra Amedê, bi ser Mûşê ve hat girêdan. Beriya niha jî di navbera gundiyên ku di 3’yê hezîranê de çûn zozanên Çiyayê Kozmê yên girêdayî herêma Zozanên Şênê û cerdevanên ji gundên derdorê, şer derketibû û 3 kes birîndar bûbûn. Dîsa cerdevanan di 10’ê hezîranê de jî bi çekan êrişî koçeran kiribû.    Li ser van tiştên ku qewimîn Walitiya Mûşê bi biryara ewil ku di 11’ê hezîranê de girt, zozanên li herêma Şênê, li gundî û koçerên di nav sînorên Amedê de dijîn re qedexe kir. Piştî biryarê cendermeyan koçer ji heremê derxistin. Walitiya Mûşê di fermana ji Fermandariya Cendermeyan a Mûşê re nivîsandî de diyar kir ku koçeran herêm “dagir û tecawiz” kiriye û derxistina wan a ji aliyê cendermeyan ve jî weke “rakirina dagirkirinê” parast.    ARMANC POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ YE   Tê diyarkirin ku ji bo projeyên "ewlehiyê" li Zozanên Şênê yên xwedî cihekî stratejîk bixin meriyetê, politikaya bêmirovhiştinê xistine dewrê. Çavkaniyên li heremê diyar dikin ku destnedayîna konên cerdevanan nîşandana polîtîkayên ewlehiyê ye û gengaz e ku li heremê qereqol û baregehên eskerî bên avakirin.    20 MALBAT DI ZIVIRIN     Piştî van niqaşên ku qewimîn nêzî 20 malbat ji Zozanên Şênê yên bi salane lê debara xwe dikin ber bi Gundê Nasirxan ê navçeya Pasûrê ve hatin şandin. Koçerên ku di germahiya havînê ya dijwar de bi pez û dewarên xwe ve ketin rêya ku 15 kîlometreyan dom bike, tiştên hatine serê wan ji ajansa me re vegotin.    Koçerên ku bi salane li ser wê axê debara xwe dikin, diyar kirin ku hêceta “dagir û tecawizê” qebûl nakin û ji bo herêmê wê polîtîkayên ewlehiyê werin birêvebirin.    ‘ESKERAN KONÊN ME HILWEŞANDIN’   Necmettîn Taş ê bi salan e li ser axa Zozanên Şênê debara xwe dike anî ziman ku ji Serdema Osmaniyê ve tapoyên wan hene û bi wî awayî li zozanan dijîn. Taş diyar kir ku tapoyên wan di niqaşên ku van rojan derketine de nayên qebûlkirin û wiha got: “Serokkomar, bi biryarekê Zozanên Şênê girêdayî Mûşê kiriye. Lê ji berê ve sînorên me diyar in. Niha em bi darê zorê derxistin. Nêzî sed cerdevanan gef li me xwarin ku bibin şirîkê malê me û êrîş kirin. 20 roj in em bi van gefan re rûbirû ne. Dema derbarê vê rewşê de gilî li rayedaran kirin jî ji me re dibêjin ‘we ew dorpêçkirine.’ Wan em dorpêçkirine lê weke me ew dorpêçkiribin nîşan didin. Pişt re me ji Walitiyê re daxwazname nivîsand. Lê li me ne zivirîn. Gelek esker hatin konên me hilweşandin û em bi darê zorê derxistin. Hinek ji me şandin Mûşê hinek jî şandin kuncekî Pasûrê. Nêzî 4 hezar sewalan ve em li ser van rêyan perîşan bûn.”   ‘EM XWEDIYÊ MALÊ BÛN, LÊ BÛN DAGIRKER’   Taş got ew ji jiyana xwe hatine mehrûmkirinê û wiha axivî: “Di vê germa havînê de bi jin û zarokan em ketin rê. Yên ku bi salan e li ser wê axê dijîn em in. Em xwediyê malê ne lê ji me re gotin dagirker û tecawizkar. Yên herî bi êş jî ev peyv bûn. Li wir gelek gundî hene, wan dernaxînin me derdixînin. Sedemê vê çi ye? Em dixwazin ev mexdûriyet were derbaz kirin. Li cihê ku em bi malbatên xwe re niha diçinê ava vexwarinê jî nîne. Me li zozanên xwe yên avî li sewalên xwe dinêrî. Niha hişkesalî jî heye em ê çibikin? Em mafê xwe dixwazin. Em dixwazin ev zilm û îşkenceya ku li me tê kirin herkes bibîne.”   ‘ME HÊVIYA XWE JI DEWLETÊ BIRÎ’   Alî Taş jî da zanîn ku nêzî 22 mal derketin zozanan û wiha got: “Ecêb e, dema 13 konên malbatan tên rakirin, çima konên Akkana (cerdevan) nayên rakirin? Sûcê me çiye? Xetaya me çiye? Em dixwazin vê hîn bibin. Heke Akkan welatî bin Nasirkanî jî ne welatiyên vê dewletê ne? Çima dema çadiran radikin ji van re torpîlê dikin. Tapoyên Serdema Osmaniyê di destê me de hene dibêjin ev nayên qebûlkirin. Qeydên me yên bacê hene, hemû jî me dane lê nayên qebûlkirin, çima? Ji ber aliyê din qebûl nake. Her tişt li gor daxwaza aliyê din tê bi rê ve birin. Me hêviya xwe ji dewletê birî. Em di bin 50 pileya germahiyê de dijîn. Em nizanin em ê bi van sewalên xwe ve çi bikin.”   ‘BIRYARA ANTÎDEMOKRATÎK’   Recep Taş jî anî ziman ku ji sala 1993’yan ve her sal bi awayekî birêkûpêk diçin zozanan û bi lêv kir ku ji ber hişkesaliyê destpêka demsalê dirêj kirine. Taş diyar kir ku biryara Walitiya Mûşê biryareke antî-demokratîk e û wiha axivî: “Konên me ji binî rakirin û em ji gund derxistin. Bi nexweşên me ve berê me dan van rêyan. Di sedsala 21’emîn de dîmenên Tirkiyeyê evin. Me ji hewayê cemidî yê zozanan dişînin çolên germ ên Amedê. Li tu dera cîhanê hişmendiyeke rêveberiyê ya wiha nîne. Tu dê piştevaniya cotkaran bikî ku dewlet rabe ser piya. Heke tu zextê li cotkaran bikî û ew cotkar nikare hilberîne tu nikarî zêde li wir bisekinî.”   ‘NALET BE JI VÊ HIŞMEDIYÊ RE’   Taş destnîşan kir ku ji ber tiştên qewimîne psîkolojiya wan xerabûye û wiha berdewam kir: “Bifikirin em radizin, di xewna xwe de eskeran dibînin ku di saetên serê sibê de ser konên me de digirin. Psîkolojiya me xera kirin. Walîtî weke dagirker û tecawizkar qala me dike. Ez nikarim li welatê xwe bijîm. Nalet be ji vê hişmendiyê re, edaleta we bi bin bikeve.”   'ZILM E'   Taş qala mexdûriyetên xwe yên nû kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi ava ku 150 lîre ji tankerê stend, li 107 dewar û nêzî 500 pez dinêrin. Bila Wezîrê Çandiniyê niha dengê min bibihîze. Zehmet nebe bila Wezîrê Çandiniyê were van sewalan ji min teslîm bigire. Hêza min a ku lê binêrim nîne. Li ser axa ku bi 10 salan e em lê dijîn em sirgun kirin. Zilm e, heqaret e.”   MA / Eylem Akdag - Cahît Ozbek