Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir 2021-06-16 15:40:35   QAMIŞLO - Li Qamişloyê girseyek qelebalix li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û piştevaniya PDK'ê ya ji bo Tirkiyê meşiyan û protesto kirin.    Ji bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Berava û Koçeratê yên kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê, bi hezaran kes daketin qadan û i dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û piştevaniya PDK'ê ya ji bo Tirkiyê meşiyan û protesto kirin.    Malbatên zarokên xwe di bombardûmanên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane jî tevlî meşê bûn. Girseya gel li ber xeraja Dêrikê li hev civiya û heta Navenda Ciwanan a li cadeya Kornişê meşiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Na ji birakujiyê re", "Dem dema yekîtiya neteweyî ye" û "Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê" hildan.   NERAZÎBÛNA LI DIJÎ BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ   Endama Rêveberiya Kongreya Star Wesfiye Mûrad li qada çalakiyê axivî û piştgiriya PDK'ê ya ji bo Tirkiyê şermezar kir û wiha got: "Armanca Tirkiyê tenê ne ew e li dijî gerîla ye, di heman demê de dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye." Wesfiye Mûrad diyar kir ku Tirkiyê hêzê ji bêdengiya saziyên navneteweyî werdigire û ji ber vê yekê êrişên xwe dewam dike û ji bo yekîtiya neteweyî bang li aliyên kurdî kir.